Peyama CAPK'ê bi Munasibeta 25'Novamberê,
Yê shandiye admin on 16.02.2010
25'Novamberê, Roja Cîhanî Ya Xebat Dijî Tund Û Tûjiya Li Hember Jinan
Jin weke nîviya civaka mirovahiyê û dayîka nîviya din ya civakê, xîmê bingehîn û texa herî girîng ya civakê û tewawkerê beşa din ya civakê(mêran) jî tên hesibandin.

Deqa Nûçeyê

25'Novamberê, Roja Cîhanî Ya Xebat Dijî Tund Û Tûjiya Li Hember Jinan

Jin weke nîviya civaka mirovahiyê û dayîka nîviya din ya civakê, xîmê bingehîn û texa herî girîng ya civakê û tewawkerê beşa din ya civakê(mêran) jî tên hesibandin. Bê jin jiyan nameşe û di esas de pêvajoya jîna mirovahiyê bidawî tê. Lewre ev tex û qata bingehîn hewcehî bi rêzgirtinek hêjayî pêgeha wan ya pîroz û herweha wekheviya di civakê de ne. Lê mixabin em her roj dibiînin û dibihîsin ku jin li her gelek herêmê cîhanê de hevrîşê tund û tûjiyan di şeklên cur bi cur de dibin. Her ji têkiliyên di asta malbatî, civakî û cihê şolê de bigre heya digihîje riftarên desthilatdarên hakim û yasa û sîstemên zal bi ser welatan de.

Niha zincîra cîhaniya tund û tûjiyê, bi milyon jin li rex hev de cih dane, zincîrek ku her du serên wê bi şideta malbatî û dewletî bihevre hatine girêdan. Li rastî de şideta li dijî jinan bûye bi nesaxiyek cîhanî, lê pile û dereceya wê, ji welat û sîstemekê bo yên din ferq û cudahî heye. Bi awayekê ku li seranserê cîhanê de her roj pitir ji 3 mîlyard jin, şeklek ji şidetê diceribînin. Lê ya rast ev e ku li beramber vê zincîr û nesaxiyê de, xebata jinan jî cîhanîtir bûye û tenê bi xwe pêgihandin, xebata berdewam û yekêtiya jin û mêran civak dê bikarin ji vê zincîr û nesaxiya dil êsh rizgar bibin.

Li kuncek ji vê xerîteya cîhanê de, welatek dîktator lêdayî bi navê Îranê di bin siya rejîma Komara Îslamî de heye ku 30 sal e tepeserî, dîktatorî, tund û tûjî, cinayet û ferq û cudahîdanan li dijî jinan, kiriye bi sitûnek qahîm û bihêz, parek sîstimatîk û tewnek neveqetyayî ji siyaseta xwe. Rejîmek ku her li gel hatine ser kar a xwe şûr bi rûyê jinan de kişand û bi nîrê zordariyê diyardeya ''hicab''ê û yasa û siyasetên xwe yên dijî jinî û hov li cihê şolê, malê û li civakê de bi ser jinan de sepand. Bi Awayekê ku Komara Îslamî di pile û radeya tepeserî û şideta dijî jinan de sibqet û pêşî ji hemû hikûmetên cîhanê girtiye. Komara Îslamî di bin siya yasaya dijî jinî a xwe de Kuştin, lêdan, îşkence, girtin, îdam, zewacên bi zorî, îtiyad, destdirêjiyên cinsî û bêparkirin ji dehan mafên din yên mirovî bi diyarî bo jinan anî û her yek ji vana di riftarên rojane yên xwe de piraktîze û nehadîne kiriye.

Lê niha bi hawrîdanek bi xebata berfireh û tev alî ya jinan li Îran û Kurdistana Îranê de, bi giştî maşîna şidet û tepeseriya Komara Îslamî herçiqas xurttir bimeşe, xebata jinan û agirê kerb û kîna jinên Îranê jî geştir dibe. Agirê xebata jinan geştir ji vê hindê ye ku rayedarên Komara Îslamî bikarin bi îşkence, zîndan û destdirêjiyên cinsî û ... bitemirînin. Birîna wan gelek kûrtir ji vê hindê ye ku bikarin serpoş bikin û veşêrin. Asta cesaret, hawar û qêrîna azadîxwazî û wekhevîxwaziya wan bi qasekê bilind bûye ku rejîm nikare dengê wan bifetisîne. Hêrs û kerba wan bi qasekê ye ku xêncî azadî û wekheviyê tu tiştek nikare van aram bike. Niha him hawar, kerb û kîn û agirê xebata wan dest dane destê hev û bûye bi tîrek ku dilê rejîmê bi nîşange girtiye û dixwaze hemû nizam û sîstema paremayî û dijî jinî ya komara Îslamî li jiyanê rawestîne û bispêre nav kirsdanka dîrokê.

Çunku dizanin ku heya demekê ku rejîma sedsala navîn û ceh û nezaniya Komara Îslamî li ser kar bimîne hovêtî, bêmafî, tundûtûjî û destdirêjî û zêhniyeta mêrserdestiyê û... jî dê her dom bikin. Çunku li rastî de rejîma tund û tûj ya Komara Îslamî astenga bingehîn li ser rêya yeksanî, aştî û pêşketina civakê ye.

Em wek Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê(Capk) her wekî di bernameya me de jî hatiye, serbarê şermezarkirina Komara Îslamî, hevdem piştgiriya xwe jî ji xebata rewa û tev alî a jinên Îran û Kurdistanê bo azadî, yeksanî û dijî şidetê radigehînin û dê li rex wan li çepera dijî rejîma dijî jinî ya Wilayeta Feqîh de bixebitin û em bawer in ku ev yeka jî tenê bi yekêtî û hevxebatiya tevalî û bi taybet beşdariya mêran dê misoger bibe. Herweha em daxwazê ji nawend û saziyên navneteweyî û mirovhez yên mafên mirov dikin ku hevdem tevî mehkûmkirina siyasetên dijî mirovî yên Komara Îslamî, dengê xwe jî bixene rex hawara mafxwazane ya jinên Îranê bi giştî û yên Kurdistanê jî bi taybetî li pêxem avakirina civakek wekhev û azad de.

Silav ji hemû xebatkarên rêya azadî û yeksaniya civakê
<!--[if !supportLineBreakNewLine]-->
<!--[endif]-->

Silav ji canê paqij yê hemû ew şêrejinan ku di vê rêyê de canê xwe pêşkêşî bargeha azadiyê kirine
<!--[if !supportLineBreakNewLine]-->
<!--[endif]-->

Desteya birêvebrî ya Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (Capk)
<!--[endif]-->

25'Novambera 2009'ê Zayînî

<!--[if !supportLineBreakNewLine]-->
<!--[endif]-->