Rewşa Îranê ya Îro û Rola Civaka Kurdî
Yê shandiye admin on 16.02.2010
Berahî

Îran, piştî pitirî 30 salên deselata rijîma Komara Îslamî, îro li ser lêva bixwe ve dîtina guhorînên mezine. Helbete, xebat û berxwedanî bo gohartina sîstemê heyî dinav midehê wan sê deh salên borîde, bi teyabetî li Kurdistana Îranê berdewam hebûye;


Deqa Nûçeyê
Berahî
Îran, piştî pitirî 30 salên deselata rijîma Komara Îslamî, îro li ser lêva bixwe ve dîtina guhorînên mezine. Helbete, xebat û berxwedanî bo gohartina sîstemê heyî dinav midehê wan sê deh salên borîde, bi teyabetî li Kurdistana Îranê berdewam hebûye; lê belê, îro hinek fakterên girîng di nav pêwajoyê de dikevin ber çav ku mîna birînên kûrin û îdî rijîm nikare bi wan birînan ve bimeşe. Bo mînak: duberokî û kelên kevtiye nav texa olî ku hêla navîna rijîme û sîstema Welayeti Feqîh pêk tîne. Herwesa, ne tinê xelkên jêr dest li Îranê, belko li hemî tex û civakên welatî xelik bi aşkereyî narazîbûna xwe diyar dikin, dikevin nav xwenîşandanan û durûşmên dijî rijîmê bi aşkere hawar dikin. Herçend ku tepeserî û girtin û kuştina xelkê nerazî ji alê hêzên hikûnetê ve her berdewame. Berî ku behsê paşeroja li pêşiya Îranê û rola civak Kurdî di rewşa îro û sibê yaw î welatî de bikeyn, dê baş bit, pêkhat û siroştê wan nerzîbûnên berew zêdebûnê li Îranê bikeyn.
Nerazîbûnên vê dawiyê
Lê têfikirînek hûr der têxit ku dînamîsma meşyanê jibo hemu xwenîşanderên li ser şeqamên Îranê yek tişt nine. Mirov dikare pêkhata xwenîşandanên piştî helbijartinên serkomariyê yên bi kêşe heta niha wek hiremekê şirove biket. Kesên li qaide û binaxa wê heremêde bi temamî neyarên rijîmên û dixazin system di binî de bêt gorîn ku pişka serekeya wê hiremê pêk tînin. Hindî berew serê tûj yê hiremê diçe daxazên wan jî nerim dibin û li rengê sor berew zer, piştî hingî rengê kesk bixwe digirin! Rengê kesk ku himara wan ne zêdene û li serê hiremê tên dîtin li berku hêş pişkek li sîstemê heyî tên hisêbê bi qasê xelkên din di ber gefê de nine. Lewa, dibînin hemu kesên nerazî û xwenîşander kêm û zaf divê qonaxê de xwe didin pişt wan. Mebesta min kandîdayên sernekevtî yên serkomariyê û kesên din yên nerazî li nav rijîmêne. Lê kesên di qaida hiremê de cih digirn eger bi neçarî û wek taktîk li pişt rengê kesk bin, dirûşmên xwe yên bingehî her tînin ziman, û her wêçendê jî deselatdar gelek nîgeran kiriye.

Rijîma Komara Îsalmî niha gehiştiye dawiya qonaxa birêve çûna bi çend seran. Ew dibe xwe sax bike yan berdewam kirina deselata xwe bi helbijartina rêbazek tundrewane, dayêxistî û bi teperserî yan nerimbûneka eşkera di ware serederî kirina tevî pirsên navxweyî û yên derve. Bijara yêkim dê xelkên Îranê tevî jiynek gelek zehmet berw rû biket ku dûr niye welat bikeve nav rewşek mîna Koreya Bakûr; lê jibo deselatdarn jî hikûmetek ne dem dirêj belku paşerojek pirr xirap wek Dîktatorên din dê bixwe re bînit. Eger bêt hinek guhorînan çêkin û nimiyê nîşan bidin renge rêk xweş bît xelk hêdî hêdî û bi rêka helbijartinan biguhorin ku dê jibo deselatdarên niha jî derfetek vekirîtir bo derbazbûnê berdest bikit. Herçend rijîmê bixwe pêxoşe wê rewşê bidomîne; ji alekê linav xwe drêjiyê bide teperserkarî, zêdegaviya li ser mafên gelan û mafên mirovan û li derve jî bi xapandina xelkê xoşbawir û li ser hisêba nefta Îranê jêsta welatek bihêz û xwedî bandor li herêmê bide nîşandan. Lê wek xoya xelkên Îranê ku li her derfetekê de bêzariya xwe diyar dikirin, îdî dixazin nirxek mezin jî biden lê wê rewşê biguhorin.

Cihê civaka Kurdî dinav vê pêwajoyê de

Xelkê Kurd li Kurdistana Îranê dinav 30 salên bihorî de zêdetirîn xebat kiriye û zêdetirîn nirx daye ku di Îranê de sîstemek pêk bêt têde rêz li demokrasiyê û mafên gelan bête girtin. Civak Kurdî û xeabta wê kartêkirinek ber çav li ser wê rewşa niha heyî hebûye, û bê goman dê bi awayek ber çav jî bikeve ber bandore wê. Herçend daxazên siyasî yên Kurdan wek mafê diyar kirin û bi rêve birina paşeroja xwe dinav xwenîşandanên wê dawiyê de wek pêdivî nehatine dîtin yan aşkere kirin, lê keç û xortên kurd bi hîviya gugorîna rijîmê û bidestve anîna mafên xwe yên rewa di refên berahiyê yên xwenîşandan de cih girtine. Li gor raportên nûçeyan heta niha kurdan her dinav van rêpîvanên dawiyê de(şeş mehên bihorî) gelek qorbanî dane.

Em dizanîn ku hiloşîna rijîma Îslamî li Îranê jibo Kurdên Îranê gelek girînge, lê li rex wê jî ew dixazin bi linav çûna vî sîstemî ew bigehin mafên xwe yên neteweyî, siyasê û civakî ku bi salane xebatê jibo dikin. Li vir pirsyarek çêdibît ka gelo pişikdarî û piştgîriya wan xwenîşandanên dawiyê çi qas dê xizmeta armancên bingehî yên gelê Kurd li Îranê bikin? Yan civaka Kurdî diviya dinav dest û darê îro de çi rolek hebît?

Kurd bi salane bizavê dikin ku xelkên din yên Îranê jî li kakila rijîma Îslamî tê bigehin û bo guhorîna wê xebatê bikin. Lewma, siroştiye ku îro nabe li diyar kirina nerazîbûna xwe paşde bimînin.
Lê îro hem linav xwe û hem li derve erkek girîng dikeve ser milê Kurdan. Ew diviya daxazên xwe yên bingehî jî bikin pişkek xoya ya xwenîşandanan. Pitir li caran xwe li xelkên din yên Îranê nêzîk bikin û wan li rewa bûna xastikên xwe têbigehînin. Pêwajoya xebata li dijî rijîmê ku niha pêlên tond bi xweve girtiye diviya bête bikar anîn bo lê nêzîk kirin û lêk girê dana xebata xelkên Îranê bo gehiştin bi mafên xwe.

Hevdem li gel xort kirina xebata xwe, îro civaka Kurdî diviya pêtir huşyar bît. Li demekê ku karbidestên rijîmê li paytextî û bajarên din yên serekeyên welatî tengav bûne û rû bi rû bûna tevî xelkê gelek deng vedide, ew pir daxazin ku hêcet hebin li herêmên wek kurdistanê bi tepeserkirina xelkê, neraziyan bitirsînin. Hêzên parstin û serkut karên Komara Îslamî di nav 30 salên bihorî de nîşan dane ku jibo lêdan û girtin û kuştina gelê Kurd li her wextek din bê rehim tirin. Lewma, civak Kurdî ku xwe niha tevî gelek pirsgirêkên wek militarize bûnê, bêkarî û giriftên din ber bi rûye, huşyar bît xwe neket armaca hemu hirs û kîne û gefa hêzên hikûmeta Îranê.

Kawe Deştebêlî

Washington DC