8’ê Adarê, Roja Navnetewî a jinan
Yê shandiye admin on 09.03.2010
Perî Reșîdiyan
Li dîroka mirovahiyê de em rojên girîng û taybetî dibînin. Hamû netew û walat jî xwedî rojên birûmet û xasmanî ne.

Deqa Nûçeyê
Perî Reșîdiyan

Li dîroka mirovahiyê de em rojên girîng û taybetî dibînin. Hamû netew û walat jî xwedî rojên birûmet û xasmanî ne.Li vê navberê de hin roj li cîhanê de hene ku rojên nevnetewî ne. Hemû cîhan xwe li wan rojane de beșdar dibînin û hesta nêzîkatî û yekêtiya bihevre dikin. Roja 8’ê Adarê jî, yêk ji wan rojên pir girîng li dîroka jinan deye ku hemû jinên cîhanê nêzîkî hev dike.

Pirsa jinan jî pirsek siyasî, civakî, abûrî û mirovî ye. Jinên cîhanê hemû ev pirsene zêde yan kêm ceribandine û pêre jiyane û dijîn. Jinên cîhanê hemû ew êș û azarên ku derheq bi jinan têne kirin, hîs dikin û li eșa wan de xwe beșdar dibînin.

Niha sedsalek û nîv e ku li ser bûyera nexweșa New Yorkê re derbas dibe. Li sala 1857’an de jinên kedkar ên fabrîkeya ristin û raçandina bajarê ”New Yorkê” bi armanca zêdekirina miașê xwe û kêm kirina dema kar, meșek lidarxistin, lê belê ew meș, ji aliyê polisan ve hate tepeserkirin û çendîn jinan canê xwe ji dest dan.

Dîroka 8’ê Adarê vedigere bo wê bûyera nexweș ku li New Yorkê de rûda. Li sala 1975’ê, ev roje wekî rojeke navnetewî ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hate diyarîkirin. Hemû jinên cîhanê para xwe li wê roja dîrûkî de hene. Ew roj, diroșim, ala û dengê hemû jinan e li dijî bêmafî, zulm û tund û tûjiyê. Ew xebata li her derên cîhanê berdewam e.

Li hin welatên cîhanê de jin heya redeyeke berçav gihîștine mafên weheviyê û hikûmet û yasa îznê nadin ku mafê jinan bihê binpîkrin. Lê belê li gelek welatên cîhanê de, mixabin hêj jî jin û mafê jinan tișteke tabo ye û civak, ayîn, malbat, yasa û hikûmetê bihevre dest dayne ber çavên xwe û tiștek binavê pirsa jin nabînin û naxwazin bibînin Jî. Gelek welatên Afrîqa, Asiya, Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn li wê katogoriyê de ne.

Li welatên skandînavî de, mirov mafê wekhev li Yasaya Bingehîn, yasayên medenî, organên biryarder û hemû dem û dezgehên dewletî û prîvate de dibîne û ji ber wê ye ku ew welatane li warê civakî, asayişa civakî, azadiya raderbirînê, civaka pêșketî, abûriya welat, mafên tekekesî, perwedeya durut û zanistî, demokrasî û çend destkevtên din li cîhanê de bi nav û deng in.

Lê mixabin li welatên pașketî yên Afrîqa, Asîya û Rojhilata Navîn de, jin hêșta basê mafê dengdan, perwerde, kar, hatuçû, cil û berg û gelek mafên herî sereke yên jiyanê dikin. Li wan welatan de Yasa, Ayîn, Kultur û civak pêșî li hemû mafên jiyanê ji bo jinan digrin.

Mixabin em jinên kurd jî li hemû parçên Kurdistanê de, kêm yan zêde ji gelek mafên jiyanek serbest û azad bêpar in.

Li Bașûrê Kurdistanê ronahiyek kêm li halê geşbûnê de ye. Û bi hemû hêza xwe li gel mîrên femînîst, xebata ji bo mafên wekhev dest pê kirine. Lê Prosesek demdirêj e û hewce ye ku civak, hikûmet, dezgehên dewletî û organên pêwendîdar bi jinan hemû bikaribin vê xebatê bihevre pêşve bibin û li vê derheqê de zêde kar li ser hişyar kirin û perwerdekirina Civakê bihê kirin.

Li Îranê de ji berku hikûmetek dijî kurd û dijî jin li ser kare, jinên kurd du zulman dikişînin. Yek zulma netewî û ya din steme cinsî. Lewre jinên kurd niha her du xebatan him ji bo rizgariya netewî û him jî bona mafê wekheviyê bihevre dimeşînin.

Xebatek ku heya niha nirxek yekcar zaf daye, lê carê bi armanc negihîştiye.

8’ê Adarê, roja berxwedanê ye, Roja hevpêwendiya Cîhanî a jinan dijî zulm zoriyê ye, roja rêzgirtin ji xebat û tekoşîna jinan e, roja hişyar kirina jinan bo mafên wekhev e û wekî gelek rojên din yên dîrokî bi xwîn û kedekî zaf hatiye tomar kirin.

Lewra Pêșketina her welatekê girêdayî bi mafên wekhev li navbera jin û mêran de ye. Li vê derheqê de Xebat ji bo mafên wekhev, erkek e ku dikeve ser milê herdu regezan.

Jin û mêr bi hervre girêdayî ne. Her du bihevre jiyanê dikemilîn in. Bi wateyek din ne jin bê mêran dikarîn bijîn, ne ji mêr dikarin bê jin bijîn. Lewre cîhan ya me hemûyan e û me hemûyan jî ev mafe heye ku bi serbest bijîn.