Azad Kurdî
Pirsgirêk û diyardeyên civakî roj bi roj zêde bandorên xwe ên nigatîv li ser hemû warên civaka Îranê bi giştî û bi taybet civaka Rojhilatê Kurdistanê didin nîşandan. Ji ber ku berdewam pirsgirêkên civakî zêde dibin û bê çareserî mane û dimînin.
Tûşbûn bi kişandina madeyên bêhişker û kirîn û firotina wê yek ji wan diyardeyên kirêt ên civakî ye ku li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi berfirehî tê dîtin û pispor û civaknas derbarê rêjeya belavbûna wê di hundirê pêkhata malbatan de nigeran in û metirsiyek mezin û cidî li ser civaka Kurdistanê tê hesibandin. Yek ji wan pêkhateyên ku madeyên bêhişker dikarin bandora nihatîv a xwe li ser bike, malbat e ku cihê jiyan û perwerdebûna zarok wek nifşa pêşeroja welat e.
class="MsoNormal">Ya herî zêde ku mirov xemgîn dike û ditirsîne, tûşbûna jinan bi kişandina madeyên bêhişker û kirîn û firotina wê dijminê bi xeter yê mirovahiyê ye. fikrîn ji hebûna jineke tûşbûyî bi madeyên hişber her bixwe mirov xemgîn û dilşewat dike, lê dema serjimêriya jinên bengdar û tûşbûyî bi madên bêhişker zêde bûye, mirov dû qatê zêde dilşewat û kulbar dike.
Karbidestekî rêjîma Komara Îslamî a Îranê bi navê Hesen Refîî ragehand, niha 140 hezar jinên tûşbûyî bi madên bêhişker di Îranê de hene. Bi gotina navbirî 5 heta 6 ji sedî a bengdar (mutad)ên Îranê jin in ku li nifûsa nêzîk 2 milyon tûşbûyên madên bêhişker ên ku bi fermî tên ragehandin, zêdeyî 140 hezar kes e. Herçiqas karnasên civakî dibêjin hejmara rastî gelek ji vê serjimêriya fermî zêdetir e.
Niha ew belaya malwêranker bo nav hemû gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatiye kişandin û ji wê jî xerabtir û bi xetertir ew e ku jinên Kurd jî tûş bûne. Beşek ji wan jinên ku tûşîn kişandin an kirîn û firotina madên bêhişker bûne, diyar dikin ku ew ji rêyan mêran ve rastî wê belayê hatine. Ji ber ku her endamek malbatê dema madên bêhişker bikar tîne, malbatê pîs û xerab dike. Ger jin bengdar be, zirar û xesarên wê diyardeyê du qat zêdetir dibin.
Madên bêhişker bandorên nigatîv û xesarên zêdetir li mêran digehîne jinan û hemû pisporên tendurustiyên wê yekê tekezê dikin, bi taybet bandora nerênî a zêde li ser mejiyê jinan heye. Tûşbûna jinan bi madên bêhişker ne tenê rolê bingehîn yê wê takekesê di civakê de lawaz dike, belku ji endamdan û meşandian karûbarên hundirê malbatê jî xafil dibe û nikare bi başî encam bide. Bi taybet hişyarbûn û perwerdekirina zarokan li kêleka hevserê xwe. Ji ber ku riftarên wan jinan ew qas tên guhertin ku hemû peywendiyên civakî ên hundir û derveyî malbatê dixwin bin bandorên xwe ên nerênî. Pirsgirêka sereke jî ew e ku kesên tûşbûyî bi madên bêhişker viyan û îrada xwe jî ji dest didin û berxwedana wan li hember pirs û pirsgirêkên jiyanê di warên curicur de pir kêm dibe.
Bila hemû jinek ku tûşî belaya malwêranker ya madên bêhişker bûye, bizane ku ew tenl bixwe giriftar û bendewarê bandorên takekesî û civakî ên wan madan nebûye, belku bikaranîna madên hişber ji aliyê jinan, zarok û malbata wan jî dixe bin bandor xwe û xesarên wisa pêk tên û valahiyên bi wî qasî dijwar çêdibin ku bi tu awayî heta dawiay jiyanê nayên qerebûkirin.
Dema jinek tûşî bengdarî(itiyad)yê dibe bingehên malbatê jî amadeyî hiloşandinê dibin û zarokên keç û kur, bi taybet keç ji ber valahiyên atîfî û civakî ên derdê diya xwe ji aliyê kesa herî ezîz a xwe rastî pirsgirêk û bandorên ne qerebûkirî tên. Di encam de em dikarin bêjin encamên herî kêm ên diyardeya civakî a tûşbûan jinan bi madên bêhişker, malbatê ji nav dibe....
Azad Kurdî