Pîroz be 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinê
Yê shandiye admin on 07.03.2010
Pêkhatina hizra diyarîkirina rojeke taybet bi navê Roja Cîhanî ya Jinê li pey nerazîbûnên jinên karxana ristinê li bajarê New York yê Amerîka di 8ê Adara 1875

Deqa Nûçeyê

Pêkhatina hizra diyarîkirina rojeke taybet bi navê Roja Cîhanî ya Jinê li pey nerazîbûnên jinên karxana ristinê li bajarê New York yê Amerîka di 8ê Adara 1875an kete rojevê û bo cara yekemîn piştî çalakiyên berfireh û pêdagiriya jina xebatkar a Almanî Klara Zetkîn di konfernasa navneteweyî ya jinan di sala 1910an li bajarê Kopenhag yê Danîmarkê roja 8ê Adarê wek Roja Cîhanî ya Jinê hat hilbijartin û ji wê rojê pey re, di seranserê cîhanê de bo piştgirî ji mafê wekhev yê jin û mêran ew roj wek helkeveteke cîhanî hatiye û tê pîrozkirin. 8ê Adarê herdem wek sembol û bîranîna xebata jinên cîhanê bo guhertin û baştirkirina rewşa ne adîlane ya siyasî, civakî û abûrî ya jinan di hemû warên civakê de bûye.

Niha piştî derbasbûna nêzîk sed salan ji ragehandina vê rojê, jinên cîhanê bi awayên cur bi cur û berfireh vê rojê pîroz dikin û çalakiyên taybet lidar dixin. Di welatên pêşverû û pîşeyî ên cîhanê de, gavên mezin û berçav bo gihîştin bi civakeke dadperwerane û wekheviya jin û mêran hatine avêtin. Lê jinên Îran û Kurdistanê di rewşekê de diçin pêşwaziya Roja Cîhanî ya Jinê ku civaka Îranê piştî serkevtina şoreşa sala 1979an û serkar hatina Komara Îslamî bo ser desthilatê, hewl hat dan ku kultûr û civaka Îranê ber bi serdemê sedsalên borî ên kevin bê vegerandin. 30 sal desthilatdariya wê rejîmê bi ser Îranê, bûye sedem ku rewşa herî dijwar a civakî, siyasî û hiqûqî bo jinên Îran û Kurdistanê were pêkanîn.

30 sal desthilatdariya Komara Îslamî ligel cudahîdanan û zext û givaşên eşkere û berfireh li dijî jinan di civakê de, wek binpêkirina azadiya lixwekirinê, cezayên giran û ne mirovane, pejirandina dehan qanûnan ku cudahiyan dixe navbera jin û mêran û nebûna wekheviya jinan li hember qanûnên niha, xebat û berxwedan bo ji holê rakirina van zext û givaşan li ser jinan di civakê de, kiriye erkê mirovî yê hemû welatiyekê di civaka Îran û Kurdistanê de.

Cihê kêfxweşiyê ye ku çendîn sal hewlên Komara Îslamî bo serkut û çewisandina xebata jinan û vegerandina civakê ber bi serdemê qanûnên kevin bênecam ma û îro xebata mafxwazane ya jinan li seranserê Îranê yek ji qonaxên xwe ên herî xurt dimeşîne. Her wek em dibînin nerazîbûnên girseyî ên civatên xelkê Îranê bi beşdariya berfireh a jinan li dijî desthilata dîktator a Komara Îslamî gaveke eşkere ye bo gihîştin bi van maf û daxwaziyên rewa û demokratîk.

Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê, roja 8ê Adarê ji hemû jinên cîhanê û bi taybet jinên Kurdistanê pîroz dike û bawer e, divê bi hemû hêz û şiyanê û bi hemû alavekê bo piştgirî ji xebat û nerazîbûnên berheq ên jinan ji bo gihîştin bi mafên siyasî, civakî û abûrî ên jinan gav bên avêtin û xebat bê meşandin.

Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê, di salvegera sedemîn a 8ê Adarê de, diyardeya xwekuştin û xweşewitandina jinan li Kurdistanê bibîr tîne û rewş û delîveyên pêkhatî li civata Kurdistanê ku tê de jinên civaka me neçar kirine penaha xwe bibin bo vê biryarê û encamdan kiryarek wiha dilşewat, mehkûm dike. Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê, bawer e ku têgihîştina bilind a jinan di serdemê îro de û zêdebûna bîr û hizrên xwe rizgarkirin ji destê pirsgirêkan û berdxwedana nerazîbûna jinan li hemberî qanûnên ne mirovane û givaşên civakî ên ku ji aliyê civak û malbatên wan li ser jinan tê meşandin, ew sedem in ku jin biryarên wiha bi xof bidin. Em ji civaka Kurdistanê dixwazin ku bi hemû hêz û şiyana xwe bo ji holê rakirina vê diyarda qirêj û dilşewat hewlê bidin û dakevin qada xebatê û bo tunekirina tundûtûjî li dijî jinan ku yek ji lêgerên cidî û herî pêwîst ên civaka Kurdistanê ye, gavan biavêjin. Erkê her yek ji takên civakê ye ku di hemû rewşeke siyasî, civakî û hiqûqî de, li hember binpêkirina mafên mirovî ên jinan bisekinin, çi ji aliyê dewletên desthilatdar û çi ji aliyê endamên malbatê bê meşandin.

Îro rojê xebat û berxwedana sivîl a jinan li Îran û Kurdistanê bo ji holê rakirina rejîma Komara Îslamî, rol û giringiya qata jin di civakê de ji hemû kesekî re daye holê û ji xelkê cîhanê re hatiye nîşandan ku jin mil bi milê mêran û heta pirr car li pêşiya wan jî bo gihîştin bi civakeke demokratîk û pêşverû ketine qada xebat û têkoşînê û ev kiryar û xebata qehremanane ya jinan bêguman divê bo gihîştin bi armnca ji holê rakirina her corê ferq û cudahîdanan gavên bi bandor û çarenivîssaz hebe.

Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê

8ê Adara 2010