Di Sedsala 21an De Jî Jin û Mêr Ne Wekhev In
Yê shandiye admin on 17.02.2010
Azad Kurdî
azadkurdi@hotmail.com
Em îro di sedsalekê de dijîn ku bi fakter û taybetmendiyên pêşkevtî wek sedsala pêşketin, teknolojî û enformatîkê tê hesibandin.
Deqa Nûçeyê

Azad Kurdî

azadkurdi@hotmail.com

Em îro di sedsalekê de dijîn ku bi fakter û taybetmendiyên pêşkevtî wek sedsala pêşketin, teknolojî û enformatîkê tê hesibandin. Hemû pêkhateyên civakan û normên jiyana mirovan ketine bên banora taybetmendiyên vê sedsalê û karwanê zanist û teknolojiyê her tişt xistiye bin bandorên xwe ên erênî. Her ku diçe jiyan nûjentir û civak pêşketîtir dibin û di her warî de guhertinên lezgîn tên holê. Ger mirov lênêrîneke kurt li derdora xwe bike, vê rastiyê bi eşkere dibîn ku hêj em di destpêka dehsala yekem a sedsala 21an de ne, lê ev qas pêşketin û guhertin di vê dema kin û kurt di jiyana mirovahiyê de çêbûne û dê çêbin.

Lê ligel van hemû guhertin û pêşketinan û berdewambûna pêvajoya sedsala teknolojî û zanistê jî, hêj gelek pirsgirêkên kûr û mezin di jiyana jinan de wek nîva pêkhateya mirovahiyê tên dîtin. Kirîza herî berçav ku bandor kiriye/dike ser hemû warên jinê, hebûna ne wekhevî û cudahiyan di navbera wan û mêran de di piraniya warên jiyanê de ye. Ev rewş bûye sebeb ku heta niha jî jin di çarçoveya rêxistin, sazî û komeleyan de ji bo bidestxistian mafên xwe yên binpêkirî û ji holê rakirina cudahîdanan û ne wekheviyan û cihgirkirina wekheviyê di civakê de xebatê bikin.

Li gor lêkolînên ku Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navneteweyî encam dane û nirxandinên xwe dane xuyakirin; hêj jin nikarin bi awayekî wekhev û yeksan wek mêran îmkanat û derfetên di warên siyasî, abûrî, civakî û perwerde û wd... de hebin û jiyana xwe ya normal bimeşînin.

Armanca sereke a ji holê rakirina ne wekhevî di navbera jin û mêran de, baştirkirina rewşa wan ji bo gihîştin bi jiyaneke mirovî û salimtir û wekhevtir e. Ev armanc demekê tê bicihanîn ku hemû tex û qatên civakê li xwe bigre û tevahiya grûpên curbicur ên civakî ji her du zayendan tê de beşdar bin. Ji ber ku Jin nîva her civakekê pêk tînin, lewra tu bername û pilanek bê giringî û baldan bi pirsa jinan nikare serkeftinek berbiçav bidest bixe û di encam de tu pêşketin û pêşdeçûnek nikare bê wekheviya jin û mêr berdewam û kemilî be.

Konvansyonên navneteweyî destnîşan dikin ku divê derfet û îmkanên yeksan di navebra jinan û mêran de di van waran de pêk were: Karkirina wekhev, yeksaniya navebra jinan û mêran û bidestxistina mafên abûrî, siyasî, perwerdekirin û çavdêriyên tendurustiyê. Di rewşeke wiha de ku cîhan ji bo bidestxistina wekhevî û pêkanîna rewşeke adîlane û guncaw digel jêhjatîbûna takekesan di warên abûrî, siyasî û civakî de dimeşe, lê bi nihêrîneke kurt bi ser rastiyan, mirov dikare gellek dîmen û nimûneyên xuya û berçav temaşe bike ku vê rastiyê derdixin holê, hêj bêparî û ferq û cudahîdanan li dijî jinan di astên cubicur de bi awayekî berfireh dimeşin. Ji bo fehmkirina vê rastiyê pêwîst e em nimûneyekê bas bikin: Li gor rapor û statîstîkên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, du ji sê a nifûsa cîhanê a temendirêj a nexwendewar û bêpar û belengaz jin pêk tînin. Ev mînak vê rastiyê eşkere dike ku hêj di cîhanê de, nemaze di welatên cîhana sêyem de, bêparkirin û ferq û cudahî bi sedema zayendî dom dike û bûye çavkaniya eşkere a ne wekheviyên civakî.

Di welatên cîhana sêyem û bi taybet Rojhilata Navîn de ne wekhevî li hember jinan dijwartir e. Bi taybet di civakekê de ku îdeolojiya mêrserdestiyê zal be û mêr serdest bin, jin di warê karkirin, dahat, xwendin, beşdariya siyasî û civakî di gelek warên din ên civakê de, rêjeyek ji mêran jêrdetir hene. Tenê mekanîzmek dikare vê rewş û pêvajoyê ji holê rake û bibe ewle û garantî, ew jî beşdarîkirina herçiqas zêde a jinan di hemû astên civakî de wek mêran û herwiha beşdariya bi bandor a wan di civakê de, ji ber ku ew pêvajo bikare edaleta civakî û abûrî cihgir bike û bê çewisandina zayendî her takekesek rolê xwe yê pêwîst û sereke bilîze.

Pêwîst e hemû pêvajoyên bername û pilandanîn û herwiha biryardanê jiyana siyasî, abûrî û civakî a civakan di sedsala 21an de, jinê wek hêza çalak û xwedî şiyan û bi bandor berçav bigrin. Ji bo dabînbûna vê yekê, pêwîst e zamîne û derfetên siyasî, abûrî û civakî ên minasib û jêhatî pêk bên da ku jinan bikarin ji firsend û îmkanan mifahê werbigrin û di encam de ew siyaset û gav û kiryarên ku bûne sebeb ku ferq û cudahî li hemberî jinan çê bibin, bi tevahî ji holê rabin û edaleta civakî di civakê de cihgir be.


Têdîtin: Ev gotar di hejmar 26 a Kovara JINAN de hatiye belavkirin.