Bi hatina rijîma Komara Îslamî li Îranî, hikûmetek din ya dictator cihê rijîma padşahî girt û xelkê wî welatî tûşî paşerojek din ya nidiyar kir. Rijîma Îslamî Ji aliyekê bi dine dana û pêşvebirina hizrên olî û îdolojî, û ji aliyek dinve bi çêkirin û domandina şer û aloziyên herêmî û navnetewî derfeta jiyanek azad û asûde bi temamî li xelkên Îranê stand; bigre li herêmên wek kurdistanê jî bi agir û asin bersîva daxazên rewayên xelkê da. Li Kurdistana Îranê bi hezaran gond wêran kirin û bi dehan hezar azadîxaz û xelkên bê goneh kuştin, girtin yan ji welatî bider kirin.
Ev bizave ku ji sala borîve her tê û pitir rehên xwe diçeqîne li navxo û derve bi Bizava Kesk hatiye naskirin. Serray hindê heta îro jî hinek ji kandîdayên sernekeftî di helbijartinan de, ku xwe di çarçoveya rijîma Îsalmî de cih digirin, wek rêberên wê bizavê hatine dîtin, lê Bizava Kesk helgirê hest û daxazên xelkên Îranêye û bêy wan kesan jî dê berdewam be. Bi taybetî ku me dît îdî xelk bêy ragehandin û gotinên wan jî tên serşeqman û daxazên xwe tînin ziman herçend bi dilê wan kesan jî nebin.
Lewma, Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê ku aştiyê, mafên mirov û pêşveçûna civakî di neman rijîma Îslamî li Îranê de dibîne, hîvî dike Bizava Kesk berfirehtir û zelal tir be; bi awayekê daxazên hemi gel û civakên Îranê bigire xwe. CAPK li azdîxazên Kurd daxaz diket xebata xwe ya ji mêj destpêkirî bi xebata rizgarîxaza seranserî Îranê ve girê biden û daxazên xwe bikin pişkek ji armancên wê Bizavê. Dinav vê pêwajoyê de CAPK:
- Azad kirina hemî zîndaniyên siyasî û betal kirina hokimê îdamên hatî dan
- Asayî û aram kirina rewşa Kurdistanê û vekêşana hêzên ewlahiyê ji deverên Kurdî
- Azadiya ra derbirînê bo xelkê Kurd, derfeta kar û çalakiyên siyasî û civakî
- pêkanîna derfetê bo xelkê ku sîstemek dilxazê xwe bo welatî diyar bikin
Wek daxaziyên destpêkî dibînit ku dinav drûşmên Bizava Kesk de cih bigrin.
Herwesa, li demekê de CAPK piştgîriya xwe li wê bizava azadîxaziya navxo radigehîne, hivîdare bi zûyî ew bizave rêbaz û armancên xwe zelaltir bike û rêberiyek berpirsyar û pêgîr bo xwe dest nîşan bike.
Civaka Aştî û Pîşveçûna Kurdistanê
22ê Rêbndana 1388 ê Rojî ,hemberî 02/11/2010