Peyama Civaka Aştî u Pêşveçûyna kurdistan ê CAPK
Yê shandiye admin on 19.07.2010
Bi sedema hildana perdeyê li ser monomênta şehîd Dr Qasimlo u hevalên vî bi destê terorîstên komara Îslamî ve.
Deqa Nûçeyê
Bi sedema hildana perdeyê li ser monomênta şehîd Dr Qasimlo u hevalên vî bi destê terorîstên komara Îslamî ve.
Pişikdarên bi rûmet, partî u rêxistinên siyasî u civakî , kesayetyên rêzdar.
Bi sedema derbas bûna 21 sal bi ser vemrinandina çiraya temenê tije li xebat u têkoşîna Dr Qasimlo u hevalên wî , ji alyê diplomat-têrorîstên komara Îslamya Îran ê ve , em li CAPK sersaxiyê dibêjin tewaya netewa kurd, malbatên şehîdan u heval u rêvîngên rêbaza Dr Qasimlo li partya dêmokrat a kurdistan aîran ê, u vê terora hanê u hemû kiryarên terorîstiye rêjîma komara Îslamî şermezar dike .
Pişikdarên hêja !
CAPK di gel vê yekê ku rêxistnek siaysî nîne , lê hertim bîr u hizrên Dr Qasimlo u riya xebata vî rêberê xwedan şiyanek mezin, ji bo xebata niha u pêşeroja xwe bi bingeh digre, u wê xebatê bi riya rizgarya netewî dizane. Her wisan kesayetya Dr. Qasimlo weke minaka rêberekî herî bi bandor li ser bizava neteweyî dizane. Lewma jî em li hember meznahiya wî rêberê şehîd serê xwe ditevînin.
Di dawiyê de ji ber danîna vê monomêntê ji bo şehîdan, ji aliyê kekê Eta Nesîrî u xwîşka Arezû ve, CAPK rêz ji wê xebaê digire u destxweşiyê dibêje.
Her wisan carek din sersaxiyê dibêje gelê kurd u heval u rêvîngên rêbaza Dr. Qasimlo u dubare rêjîma komara îslamî ya îranê risvaî u şermizar dike.
Civaka Aştî u pêşveçûna kurdistan ê CAPK
17.7.2010