Di 13ê Tîrmeha 1989an, yek ji bûyerên herî bi kul û keder di dîroka gelê Kurd li Viyen a paytexa Otrîşê hat tomarkirin û jan û xemeke gıran û mezin xist nav dilê hemû
Di 13ê Tîrmeha 1989an, yek ji bûyerên herî bi kul û keder di dîroka gelê Kurd li Viyen a paytexa Otrîşê hat tomarkirin û jan û xemeke gıran û mezin xist nav dilê hemû evîndarên rêya aştî û azadî û demokrasiyê. Herçiqas 21 sal bi ser wê bûyera terorîstî re derbas dibe, lê hê kul û kovana teror û şehîdkirina rêberê navdarê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo rêberê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û hevalên wî li ser maseya gotûbêja aştiyane ligel nûnerên şandî yên Komara Îslamî ya Îranê bo çareserkirina pirsa Kurd li Îranê ji alıyê wan nûnerên şandî yên Tehranê, li nav dilê gelê Kurd derneketiye û nayê jibîrkirin jî.
Bo Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê, tişta herî nexweş û bi keder çawanî û şêwazê encamdana terorê bû, ji ber ku Dr. Qasimlo û hevalên wî bi armanca diyalog ji bo çareserkirina aştiyane a pirsa Kurd çûbûn ser maseya gotûbêjê, lê aliyê bermaber, ango nûnerên şandî yên Tehranê bi çek û sîlahan tevlî gotûbêjên ligel nûnerên Kurdan bûn û ji hesta aştîxwaziya Dr. Qasimlo û hevalên wî mifaha nebaş standin. Loma Dr. Qasimlo û hevalên wî ketin ber êrîşkeke terorîstî û jiyana xwe goriyê rêya azadî, aştîö demokrasî û bidesveanîna mafên gelê bindest û zilmjêkirî yê Kurd kirin.
Lê ya ku heta niha jî em û hemû rêvîngên rê û rêbaza Dr. Qasimlo
û aştîxwaz û alîgirên aştî û mafê mirovan êşandiye, rênedana dewleta Otrîşê bo
şopandina dosya terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî ye, ligel wê çendê ku hemû
belge û dukoment diselimînin kiryara terorê ji aliyên dîplomatên terorîst yên
şandî ji aliyê Teharnê hat encamdan û grûba terorê û bikuj bê lêpirînkirinê her
wê demê zû şandin Îranê. Xwîna çend xebatkarên aştîxwaz ên Kurd bû goriyê hinek
berjewendiyên aborî. Di vê derbarê de kiryara dewleta Otrîşê ya wê demê ecêb û
bê nimûne bû, ji ber ku cinayet di welateke demokratîk yê Yekîtiya Ewrûpayê ku
îdea dike alîgirê aştî, demokrasî û mafê mirovan e hat rêvebirin û heta niha jî
ku 21 sal bi ser bûyerê derbas dibe, bê lêpirsîn û şopandinê hiqûqî maye. Pêwîst
e hikûmeta Otrîşê gavên bilez û pêwîst bavêje.
Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê bawer e, hê bo vekirin û şopandina dosya terorkirina Dr. Qasimloyê aştîxwaz û hevalên wî ji aliyê hikûmeta Otrîşê ne dereng e û îmkana wê jî heye ku dosya bikeve rojevê. Em bawer in, rêdan bo vebûna dosya terorkirina rêberê Kurd Dr. Qasimlo û hevalên wî û peydeçûna dadperwerane bo wê cinayetê dikare kêmasiya berê ya hikûmeta Awustruya qerebû bike û lêborîn jî gelê Kurd bê xwestin. Ji aliyekî din jî gavek be bo cîhgirkirina edalet û aştiyê û xizmetek jî bo mirovahiyê da ku çi din desthilatên dîktator wek Komara Îslamî ya Îranê dest nebin teror û tunekirinê, kesayetiyên aştîxwaz û alîgirê demokrasî û mafê mirovan wek Dr. Qasimlo tenê rêya qerebûkirina wê cinayeta hovane û bê edaletiya ku derheqê gel Kurd hat kirin ew e bi awayekî eşkere rê bidin dosya bikeve rojevê.
Dr. Qasimlo wek kesayetiyek navdar yê siyasî, rewşenbîr, akademîsyen û demokrat roleke mezin di rêxistina û pêşdebirina tevgera rizgarîxwaziya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de hebû û hemû prensîbên demokratîk û mirovî wek aştî, demokrasî, parastina mafê mirovan, azadiyên demokratîk kirin bingehîn xebata û bi hemû awayekê li dijî tundûtûjî û dîktatoriyê bû, lê di encam de bi xwe û hevalên wî bûn goriyê tundûtûjî û terorê. Dr. Qasimlo hemû hewla xwe dida ku mafên demokratîk yên Kurdan li Îranê bi fermî bê naskirin û bi rêya aştî û gotêbêjê çareseriyekê jê re peyda bike. Nerîn û persepektîvêvn aştîxwazane yên Dr. Qasimlo îro bûne çirayê ronahiya xebata sivîl û aştîxwazane ya me û hemû sazî û civak û komeleyan li navxwe û derveyî Kurdistanê.
Em 21 mîn salwegera terora rêberê PDKÎ Dr. Abdulrehman Qasimlo û hevalên wî şermezar dikin û her wî demî jî hevxemiya xwe digel partiya wî û xelkê aştî xaze Kurdistanê bi giştî û digel malbet û kes û karên şehîdan bi xasmay didin eyan kirin.
Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê
13ê Tîrmeha 2010