Li Rojhilatê Kurdistanê Weşana Kovara Sirwe Hat Sekinandin
Yê shandiye admin on 07.07.2010
Weşana Mehnama Kurdî û Farsî ya Sirwe piştî 25 sal û belavbûna 281 jimaran hat ragirtin.


Deqa Nûçeyê
Weşana Mehnama Kurdî û Farsî ya Sirwe piştî 25 sal û belavbûna 281 jimaran hat ragirtin.

 

Rêveberê Giştî yê Kovara Sirwe Bêhruz Caferî, di hevpeyvînekê de ligel Ajansa MEHR a Nûçeyan, sekinandian weşana Kovara Sirwe piştrast kir û sedema wê jî pirsgirêka darayî da zanîn.

 

Bêhruz Caferî eşkere kir, Sirwe di salên borî de bi ked û zehmeta hinek evîndarên wêje û çanda Kurdî dihat rêvebirin û xerca çapkirina kovarê jî li stoyê wan bi xwe bû.

 

Hêjayî gotinê ye, Kovara Sirwe 25 sal e bi Kurdî û Farsî li Rojhilatê Kurdistanê weşanê dike û bi siya Sirwe’yê hezaran kes fêrî xwendin û nivîsîna Kurdî bûne.