
Pêkhatina hizra diyarîkirina rojeke taybet bi navê Roja Cîhanî ya Jinê li pey nerazîbûnên jinên karxana ristinê li bajarê New York yê Amerîka di 8ê Adara 1875an kete rojevê û bo cara yekemîn piştî çalakiyên berfireh û pêdagiriya jina xebatkar a Almanî Klara Zetkîn di konfernasa navneteweyî ya jinan di sala 1910an li bajarê Kopenhag yê Danîmarkê roja 8ê Adarê wek Roja Cîhanî ya Jinê hat hilbijartin û ji wê rojê pey re, di seranserê cîhanê de bo piştgirî ji mafê wekhev yê jin û mêran ew roj wek helkeveteke cîhanî hatiye û tê pîrozkirin. 8ê Adarê herdem wek sembol û bîranîna xebata jinên cîhanê bo guhertin û baştirkirina rewşa ne adîlane ya siyasî, civakî û abûrî ya jinan di hemû warên civakê de bûye. Niha piştî derbasbûna nêzîk sed salan ji ragehandina vê rojê, jinên cîhanê bi awayên cur bi cur û berfireh vê rojê pîroz dikin û çalakiyên taybet lidar dixin. Di welatên pêşverû û pîşeyî ên cîhanê de, gavên mezin û berçav bo gihîştin bi civakeke dadperwerane û wekheviya jin û mêran hatine avêtin. Lê jinên Îran û Kurdistanê di rewşekê de diçin pêşwaziya Roja Cîhanî ya Jinê ku civaka Îranê piştî serkevtina şoreşa sala 1979an û serkar hatina Komara Îslamî bo ser desthilatê, hewl hat dan ku kultûr û civaka Îranê ber bi serdemê sedsalên borî ên kevin bê vegerandin. 30 sal desthilatdariya wê rejîmê bi ser Îranê, bûye sedem ku rewşa herî dijwar a civakî, siyasî û hiqûqî bo jinên Îran û Kurdistanê were pêkanîn. 30 sal desthilatdariya Komara Îslamî ligel cudahîdanan û zext û givaşên eşkere û berfireh li dijî jinan di civakê de, wek binpêkirina azadiya lixwekirinê, cezayên giran û ne mirovane, pejirandina dehan qanûnan ku cudahiyan dixe navbera jin û mêran û nebûna wekheviya jinan li hember qanûnên niha, xebat û berxwedan bo ji holê rakirina van zext û givaşan li ser jinan di civakê de, kiriye erkê mirovî yê hemû welatiyekê di civaka Îran û Kurdistanê de. Cihê kêfxweşiyê ye ku çendîn sal hewlên Komara Îslamî bo serkut û çewisandina xebata jinan û vegerandina civakê ber bi serdemê qanûnên kevin bênecam ma û îro xebata mafxwazane ya jinan li seranserê Îranê yek ji qonaxên xwe ên herî xurt dimeşîne. Her wek em dibînin nerazîbûnên girseyî ên civatên xelkê Îranê bi beşdariya berfireh a jinan li dijî desthilata dîktator a Komara Îslamî gaveke eşkere ye bo gihîştin bi van maf û daxwaziyên rewa û demokratîk. Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê, roja 8ê Adarê ji hemû jinên cîhanê û bi taybet jinên Kurdistanê pîroz dike û bawer e, divê bi hemû hêz û şiyanê û bi hemû alavekê bo piştgirî ji xebat û nerazîbûnên berheq ên jinan ji bo gihîştin bi mafên siyasî, civakî û abûrî ên jinan gav bên avêtin û xebat bê meşandin. Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê, di salvegera sedemîn a 8ê Adarê de, diyardeya xwekuştin û xweşewitandina jinan li Kurdistanê bibîr tîne û rewş û delîveyên pêkhatî li civata Kurdistanê ku tê de jinên civaka me neçar kirine penaha xwe bibin bo vê biryarê û encamdan kiryarek wiha dilşewat, mehkûm dike. Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê, bawer e ku têgihîştina bilind a jinan di serdemê îro de û zêdebûna bîr û hizrên xwe rizgarkirin ji destê pirsgirêkan û berdxwedana nerazîbûna jinan li hemberî qanûnên ne mirovane û givaşên civakî ên ku ji aliyê civak û malbatên wan li ser jinan tê meşandin, ew sedem in ku jin biryarên wiha bi xof bidin. Em ji civaka Kurdistanê dixwazin ku bi hemû hêz û şiyana xwe bo ji holê rakirina vê diyarda qirêj û dilşewat hewlê bidin û dakevin qada xebatê û bo tunekirina tundûtûjî li dijî jinan ku yek ji lêgerên cidî û herî pêwîst ên civaka Kurdistanê ye, gavan biavêjin. Erkê her yek ji takên civakê ye ku di hemû rewşeke siyasî, civakî û hiqûqî de, li hember binpêkirina mafên mirovî ên jinan bisekinin, çi ji aliyê dewletên desthilatdar û çi ji aliyê endamên malbatê bê meşandin. Îro rojê xebat û berxwedana sivîl a jinan li Îran û Kurdistanê bo ji holê rakirina rejîma Komara Îslamî, rol û giringiya qata jin di civakê de ji hemû kesekî re daye holê û ji xelkê cîhanê re hatiye nîşandan ku jin mil bi milê mêran û heta pirr car li pêşiya wan jî bo gihîştin bi civakeke demokratîk û pêşverû ketine qada xebat û têkoşînê û ev kiryar û xebata qehremanane ya jinan bêguman divê bo gihîştin bi armnca ji holê rakirina her corê ferq û cudahîdanan gavên bi bandor û çarenivîssaz hebe. Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê 8ê Adara 2010
|