deep discount dvd moviesdownloading movies
Malper · Babet û Lêkolîn · Cîran · Çalakî û piroje 08.09.2010
Pêrsta serekî
Malper
Nasname
Babet û Lêkolîn
Cîran
Çalakî û piroje
Pêwendî
Indameti
Galêriya wêneyan
Search
CAPK
Capkd
Teymur Muradî
Teymur Muradi
Mêhran Ibrahimi
MehranIbrahimi
Şakir Molayî
Şakir Molayi
Nûredîn Sofîzade
Mecîd Cinîkanlo
roja cîhaniya Zimanê Zikmakî
Capkd

Daxuyaniya Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (CAPK) bi helkevta roja cîhaniya Zimanê Zikmakî

Roja 21ê meha şıbate ku ji aliye UNESCO ve wek roja cîhanıya zimanê dayîkê hatiye nasîn. Navdêr kirina ve roje li konfransa giştêya evê sazıyê li sala 1999an bi armanca alîkarî kirin bi zaf bûna ziman û çandên curecur bû.

Li civîna giştiya rêxistina netewên yekgirtî seba grîngîya vê hinde sala 2008an weke sala cîhanîya zimanan navdêr kir. Saziya UNESCO mina saziya perwerde, zanisti û çandê yek ji sazıyên pisporî yên girêdayî rêxistina netewên yekgêrtiye. Armanca vê alikarî kirina aştî û ewlehıyê li cêhanê ji rêya hewkarıyên navnetewî di ware fêrkirin, zanıstî ü çandî de ye ji bo zede kirina hurmet ji bo edalet û zagon û mafên mirov li gora yasayên rêxıstina netewên yekbuye.

Eva hemu vê hindê dide xûyakirin ku civaka navnetewî çende nirxe û girîngîyê dide zimanê dayêkî.

Eva jı hatîye pejırandin ku ziman weke bingehık ji nasnameya mirov û stonke gelık cihgir a netewıye.

Di dirêjiya dîrokê de her tim dujmin û neyaren kurdan xwastine bi her awayekî astengan li ser rêya ber firebuna zıman Kurdî, ku yekek li erkanê bingehî neteweye çêbikin. Heta gelek caran zimanê Kurdî bi fermî hatiye gedexe kirn. Lê her wek eşkereye ku kurdan jî dı nav wan hemu dijwariyan bi awayekî zur bivêrane berxwedane û bi gorî karîna can û malê xwe zimanê xwe li wan tofan û qehra û trajîdîyê ku bi serê wan hatî parastine. Eger Kurdan li ber nefermî bûna zimanê xwe û wan zilm û gwaşên hebûne, nekarîne ku zimanê xwe wek wan netewê serdest binivîsînin û pêşbêxin û dewlemend bikin, lê gelê me li rêya staranbejê gelerı û cîrokbêjan bigire heta endamên malbat xebatkar û şervanên gel dest bi dest, ziman bi zimzn , nevş bi nevş û sing bi sing hatiye gotin û parastin.

Ziman alavke hevce yê rojane û pirr girînge, mirov bi ziman dikare soz û êş û jan û xaşî yên xwe bo devruber xwe bêje û pêwendîyê bi wan ra bigre. Lewra ziman girîngîyeke xasmay heye bo her neteweyekî. Her boye Civaka Aştî û pêşveçûna Kurdistanê (CAPK) li bername û kar û xebata xwe de giraniyeke taybetî dide zimanê Kurd û bi hemu hêz û şiyana xwe xebatê dike ji bo pêşvebirin û dewlemend kirina zimanê dayikê. Careke din li roja zimanê zikmakî da CAPK ji aliyê hemu endam û dost û alîgirê xwe ve pirr bi dil ewê rojê li gelê Kurd pîroz dike û ji heman demî de jî li gelê Kurd dixaze ku bi hemu awayek li zimanê dayikê xwedî derkewin û her kes gorî derfet û karîna xwe xizmetê zimanê şirîne Kurdî bikin. Ewê yekê jî bidne eyan kirin ku ziman jî wek tiştekî siyasî nine ku xelkê me bo wê parçe û parçe bin, belkî zimanê Kurdî, malê hemu Kurdekî ye bi her Dîn û Ol û bavirî ve be, yan girêday bi her partî sîyasetekê be .

CAPK her mîna ku di programa xwe de bas kiriye, dê ji bo parastina û pêşvebirna zimane kurdi, bo awa kirina aştî û tenahîyê , çêkirna diyalog û hevdu qebûl kirinê, bi hemu cudahiyan ewa ku bikewe sermilê CAPK ê yê bikin, ewa jî erk û wezifeyeke nîştîmaniye. Di heman demê de CAPK ji hevwelatıyan dıxwaze ku jı bo evê erkê netewî ewa ku ji destên wan têt di vî warî de xemsarıye nekin.

Bila roja cihanî a zımane dayke bıbe rojke dınê yê xebat û berxwedane dijî wan kes û alîyê ku zimanê dayikê asteng û qedexe dikin û rê nadin û nahêlin ku her kes çawa azad li dayik dibe û wisa jî azad dest bi jiyanê bike û bi azadî zimanê dayika ku lê bûy bixwene û binivîse. Armanca CAPK ê ewe ku rojek bê azadî û aştî û tenahî û wekhevî li hemu ciyekên ve cîhanê de seqamgîr be.

Cıvaka aşti û Peşveçûna Kurdıstanê CAPK

20.02.2010

Languages

sorani.jpg

farsi.jpg english.jpg

Azad Kurdî
azadkurdi.jpg
Enwer Kohensal
Enwer kohensal
Jêhat Qasimî
Jehat Qasimi
Kawe Deștebêlî
Kawe Deshtebeli
Mecîd Heqî
Mecid Heqi
Nesredin Siliwaneyî
Nesredin Silwaneyi
Silêman Keleși
Sileman Kelesi