Bizava kesk, di serdema berbijarîya Mirhosên Mosewî ket rojevê û di şêya ku bi serkewtina vî wek serkomar bidawî be.Lê wek hat xuya kirin, rêberê Olî Xamineyî bi avayek bilez û bi bêy li berçav girtina nerazî bona dengdera û herwisa berbijara, ev hilbijartin pejirand û Ehmedî nijad wek serkomarê hilbijartî binav kir. Û daxwaz ji li her du berbijaran kir ku bên rayê. Mosewî û Kerubî bi henceta kû li dijî wan kodeta , û bêbextî hatiye kirin daxwaz li dengderên xwe kirin kû bi silogana Dengê Min Ka bikevin meşê. Ev meş ku nizîk sê milyon kes li Tehranê ku piraniya wan perok, kiras, yan şalek kesk ji xwe kiribon beşdar bon û siloganên Erê ka dengê min, Bimrît diktator wek yêkek ji mezintirîn meşên dijî Xamineyî û Ehmedî nijad hat şirove kirin. Xamineyî û murîdên vî di di hevtîya pişttî nivêjgeha Tehranê li roja înê ev sê milyon wek ziblo kaş(erazil û ubaş û xar u xaşak) binav kirin û li hêzên pasdar, basic, milişya xwastin kû cada paqij û tenahiyê wegerinin. Di encama wê fotwayê da bi deyan kes hatin koştin bi sedan kes birindar u bi hezaran hatin zindan û eşkence kirin, û mehkemeyên bi komel wek ser dema Istlin Rusî û Msoliniyê Italî hatin li dar xistin di girtîgeha Kehrizek ê da koştin eşkence u desdirêjî û tecawiza cinsî royê zîndanên Eboxerib û Gowantanamoyê sipî kir, lê nekarî vujdana nivistîye Elî Xamineyî û Ehmedî nijad hişyar ke. Niha kû zêdetir li şeş heyv li deymin hilbijartina serkomariyê derbas dibît, roj bi rojê rijîm hartir u u gefên wan tuntir dibin. Helbet li hevberî vê da meşwan jî netirstir û siloganên wan jî radîkaltir dibin. Îro rewş hatiye guhartin, Îran ne Îrana berêye, şeş heyvên çûyî wek sonamî yê her tişt beruwajî kir. Qudsiyeta rêberê olî ji aliyê meşwana bi diktatorên wek Hîtlêr, Mosolinî, Îstalîn û Polpot tê şibandin. Wêne yên wan ku mina wêneyên Sedam û Mostefa kemal heya li ser derê ave u destan jî tên ditin, ji aliyê meşwanên ku têniyê azadiyê ne tên dirandin u şewitandin. Îro bi hezara kur û keçên xwendewan bi gur pêkhatên xwe yên olî, netewî, civakî û bi rengên xwe yên taybetî wek kululkên azadiyê, serê xwe hildane û des bi berxwedanê kirine. Lêbelê ji boy ku li wan kululka gulistan bê ava kirin, evan pêdivî bi bizava kesk , û wê bizavêj pêdivî bi wan bizavên rengîn heye. Îro, tirsa rijîmê nek li bizava kesk ku sembol û ala Îmam Hosêne, belku tirsa wan li pir rengîniya bizavê yanî rengîn keman u kulke zêrinê ye. Ev berxwedan e û serhildane berhema xebata sî sale ye hemu xebatkarên îranî bigiştî û netewa kurd bi taybeti ye. Ji ber wêyêkê Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê CAPK bi germî piştiwaniyê li hemu xwendekarên Kurdistanî û herwisa hemu civakên sivîl dike ku di serhildan û berxwedana sivîl da beşdarin. Em bi bawerin ku rêka azadiyê, aştîyê û pêşveçûnê di yêketiya netewî da derbaz dibit. Em her xwendekarek Kurd li her zaningehek Îranê wek nunerê civaka kurdî dibinin. Em vê bizavê wek bizavek pirreng, pirdeng , pirol û pir civakî dinirxinin. Sipan Silwaneyî |