deep discount dvd moviesdownloading movies
Malper · Babet û Lêkolîn · Cîran · Çalakî û piroje 04.09.2010
Pêrsta serekî
Malper
Nasname
Babet û Lêkolîn
Cîran
Çalakî û piroje
Pêwendî
Indameti
Galêriya wêneyan
Search
CAPK
Capkd
Teymur Muradî
Teymur Muradi
Mêhran Ibrahimi
MehranIbrahimi
Şakir Molayî
Şakir Molayi
Nûredîn Sofîzade
Mecîd Cinîkanlo
31mîn Salvegera Şoreşa 1979a Îranê û Bizava Kesk
Capkd

Roja 22ê rêbendana 1388ê rojî, hevber bû tevî 31 mîn salvegera serkeftina Şoreşa gelên Îranê li dijberî Rijîma Padişahiya Pehlewî li. Li wê rojêde bi xebata sercem gelên Îranê, dawî bi deselata Padişahî li wî welatî de hat, û hîviya hindê ku îdî dê rêz li xelk û ra û îrada wan bê girtin, dinav dilê her kesî de reh awêt û mezin bû. Lê mixabin, li ber gelek egeran û di serî de jî nebûna rêberiyek demokrat û xwedî bername, Şoreşe sala 1357ê li rêka xwe ya bingehî dûr ket û desteyek melayên lipey firsenda xwe bi rêberiya Ayetollah Rohollah Xomeynî bi mifa wergirtin li bawerên oliyên xelkê Îranê û bi soz û qewlên cur bi cur suwarî ser pêlên wê şoreşa rengîn bûn; û bi awayek ne rewa û ne demokratîk rijîma Komara Îslamî bi ser xelkên Îranê de ferz kirin.

Bi hatina rijîma Komara Îslamî li Îranî, hikûmetek din ya dictator cihê rijîma padşahî girt û xelkê wî welatî tûşî paşerojek din ya nidiyar kir. Rijîma Îslamî Ji aliyekê bi dine dana û pêşvebirina hizrên olî û îdolojî, û ji aliyek dinve bi çêkirin û domandina şer û aloziyên herêmî û navnetewî derfeta jiyanek azad û asûde bi temamî li xelkên Îranê stand; bigre li herêmên wek kurdistanê jî bi agir û asin bersîva daxazên rewayên xelkê da. Li Kurdistana Îranê bi hezaran gond wêran kirin û bi dehan hezar azadîxaz û xelkên bê goneh kuştin, girtin yan ji welatî bider kirin.


31mîn salvegera Şoreşa 1357ê li demekê de tê ku rijîma Îslamî hem di navxoy welatî de berev rûyê nerazîbûn û dijberiyek ber fireh bûye û hem di astê cihanî de jî liber siyasetên xwe yên xelet, piştgiriya tonajoyî û terorîsmê û jêr pê kirina mafên miriov hatiye goşegîr kirin. Her liber wan kar û rêbazên xwe jî her çend wextan carekê dibe armanca sizayên navnetewî.

Dinav midehê wan sê deh salan de xebat jibo azadiyê û rizgar bûn ji çengê Komara Îslamî berdewam bûye. Bitaybetî, li Kurdistanê, gelê Kurd çi caran ew rijîme pesend nekiriye û dive rêkê de gelek qorbanê dane. Lê ji sala borî ve, piştî helbijartina bi firt û fêl ya serok komariyê li Îranê bizaeka bihêz linavxo li dijberî wê rijîmê ser hildaye. Di astê herî bilind de du berokî keftiye nav karbidestên rijîmê; heybet û pîroziya dest çêkiriya Welayet Feqîhî nemaye û xelk wêneyên rêberê olî liser şeqaman didrînin. Dirûşmên gihorîna rijîmê bi aşkera tên gotin. Herçend girtin û kuştin bi tondî berdewame lê xelkê biryra xwe daye ku îdî naxazin êxsîrê destê wê rijîma paşve mayî bin. Naxazin îdî milletek goşegîr û li hemî gelên cîhanê paşde mayî bin.

Ev bizave ku ji sala borîve her tê û pitir rehên xwe diçeqîne li navxo û derve bi Bizava Kesk hatiye naskirin. Serray hindê heta îro jî hinek ji kandîdayên sernekeftî di helbijartinan de, ku xwe di çarçoveya rijîma Îsalmî de cih digirin, wek rêberên wê bizavê hatine dîtin, lê Bizava Kesk helgirê hest û daxazên xelkên Îranêye û bêy wan kesan jî dê berdewam be. Bi taybetî ku me dît îdî xelk bêy ragehandin û gotinên wan jî tên serşeqman û daxazên xwe tînin ziman herçend bi dilê wan kesan jî nebin.


Lewma, Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê ku aştiyê, mafên mirov û pêşveçûna civakî di neman rijîma Îslamî li Îranê de dibîne, hîvî dike Bizava Kesk berfirehtir û zelal tir be; bi awayekê daxazên hemi gel û civakên Îranê bigire xwe. CAPK li azdîxazên Kurd daxaz diket xebata xwe ya ji mêj destpêkirî bi xebata rizgarîxaza seranserî Îranê ve girê biden û daxazên xwe bikin pişkek ji armancên wê Bizavê. Dinav vê pêwajoyê de CAPK:


- Azad kirina hemî zîndaniyên siyasî û betal kirina hokimê îdamên hatî dan

- Asayî û aram kirina rewşa Kurdistanê û vekêşana hêzên ewlahiyê ji deverên Kurdî

- Azadiya ra derbirînê bo xelkê Kurd, derfeta kar û çalakiyên siyasî û civakî

- pêkanîna derfetê bo xelkê ku sîstemek dilxazê xwe bo welatî diyar bikin

Wek daxaziyên destpêkî dibînit ku dinav drûşmên Bizava Kesk de cih bigrin.

Herwesa, li demekê de CAPK piştgîriya xwe li wê bizava azadîxaziya navxo radigehîne, hivîdare bi zûyî ew bizave rêbaz û armancên xwe zelaltir bike û rêberiyek berpirsyar û pêgîr bo xwe dest nîşan bike.


Civaka Aştî û Pîşveçûna Kurdistanê

22ê Rêbndana 1388 ê Rojî ,hemberî 02/11/2010


Languages

sorani.jpg

farsi.jpg english.jpg

Azad Kurdî
azadkurdi.jpg
Enwer Kohensal
Enwer kohensal
Jêhat Qasimî
Jehat Qasimi
Kawe Deștebêlî
Kawe Deshtebeli
Mecîd Heqî
Mecid Heqi
Nesredin Siliwaneyî
Nesredin Silwaneyi
Silêman Keleși
Sileman Kelesi