Şandeke CAPKê di rêûresma danîna
Monumentê de beşdarî kir û peyama CAPKê jî hat pêşkêşkirin
Azad Kurdî
Roja 17ê Tîrmeha 2010an, demjimêr 14 –
16ê êvar li bajarê Viyen a peytexta Avusturya perde li ser Monumenta Dr.
Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî hat hildan ku 21 sal beriya niha li ser maseya
gotûbêjkirin bo çareserkirina pirsa Kurd ligel dîplomatên Komara Îslamî ya Îranê
hatin terorkirin. Rêveberê Monumentê dibêje: “Vêna destkevta herî mezin a jiyana
min e.”
Herçiqas 21 sal bi ser vê bûyera
terorîstî derbas dibe, lê hê dosya terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî daxistî
maye û Dadgeha Avusturya rê nade di vê derbarê de peydeçûn bê kirin, lê danîna
Monumenta Dr. Qasimlo Sekreterê Giştî yê PDKÎ û Ebdula Qadirî Azer endamê
rêberiya wê partiyê li derveyî welat û Dr. Fazil Resûl, Kurdê başûr û mamosteyê
Zanîngeha Viyena, li beramberî cîhê çêbûna bûyerê bû sedema kêfxweşbûna hemû
Kurdan.
Di rêûremsa perde hildan li ser
Monumentê de, Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn. Lê li gelek welatên
Ewrûpa endam û alîgirên PDKÎ bi her du baskên wê beşdar bûn. Hevsera Dr. Qasimlo
Helen Krulich (Nesrîn Qasimlo) jî di rêûresmê de başdar bû û axavtinek giring
pêşkêş kir. Şandeke CAPKê pêkhatî ji Silêman Keleşî, Mewlûd Ebdîlzade, Mêhran
Îbrahîmî endamê Komîta Rêveber, Jêhat Qasimî Endamê Cîhgirê Komîta Rêveber û
çendîn endam û alîgirên din ên CAPKê jî di rêûresma danîna Monumentê de beşdarî
kir û peyama CAPKê ji aliyê Kavûs Ezîzî, Berpirsê Komîta Danîmarkê ya CAPKê hat
pêşkêşkirin.
Lê ji ber bêhnvedana havînê siyasetvan
û kesayetiyên Avusturyayê beşdar nebûn, tenê peyamên piştgirî û pîrozbahiyê
şandibûn.
Ev karê mezin fikra Kurdekî Rojhilatê
Kurdistanê bû û piştî 5 sal ked û hewildnan, karî vê gava mezin bi awayekî
serbixwe bavêje. Eta Nesîrî yê 51 salî, derbarê aramncên danîna Monumenta Dr.
Qasimlo wiha axivî: “Şehîdbûna Dr. Qasimlo derbeyeke mezin bû ku ji gelê Kurd
ket. Ez fikirîm bikarim karekê bo wî serokê mezin bikim. Ez giham wê bawerê ku
hewl bidim Monumentekê li cîhê ku bûyer çêbûye, ava bikim. Ez 5 salan pê re
mijûl bûm. Roja 1ê Tîrmehê jî perde li ser Monumentê hat hildan.” Nesîrî
neveşart ku Komara Îslamî ne rasterast pir hewil da pêşiya wî karî bigre: “Lê
hewildanên Komara Îslamî ya Îranê bêencam man.”
Eta Nesîrî sala 1959an li bajarê
Dîwandere yê rojhilat jidayîk bûye. 29 sal e li Avusturya dijî, kêmendam e û
majestera sosyologiyê li Zanîngeha Viyena qedandiye. Nesîrî û hevsera wî Arizû
tenê karûbarên Monumentê cîbicî kirine û li ser navê ‘Komîta Avakirina Monemnetê
Şehîdên Viyenê’ xebatên xwe dimeşandin. Nesrî ragehand: “Komîte serbixwe ye û
ser bi tu partî û rêxistinên Kurdî nine.”
Eta Nesîrî eşker ekir, bo nivîsîna
teksta Monument ji aliyê berpirsên Avusturya û bi taybet Şaredariya Viyena
asteng ji wan re hatin çêkirin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Teksta ku me
di destpêkê de danîbû wiha bû: ‘Vir di 13ê Tîrmeha 1989an de, du rêberên Kurd
Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Ebdula Qadirîz Azer û Fazil Resul bi destê rayedarên
niha yên dewleta Îranê hatin terorkirin. Lê Hikûmeta Avusturya qebul nekir
‘rayedarên niha yên dewleta Îranê’ bi em da guhertin û li cîhê wê gotin bila
‘Terorîstên Îranî’ be.”
Niha li ser Monumentê wiha hatiye
nivîsîn: “Vir rêkevta 13.07.1989an her 2 rêberên Hizba Demokrat a Kurdistana
Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Ebdullah Qadirîazer û herwiha Fazil Resul bo
azadî û mafê mirovan bo gelê Kurd bi destê terorîstên Îranî hatine kuştin.”
Li go Nesîrî, xwediyê wê mala ku Dr.
Qasimlo û hevalên wî têde hatin şehîdkirin, rê neda li pêşiya deriyê wê malê
Monumentê danînin: “Hikûmeta Avusturya razî bû em li wir Monumentê bicîh bikin,
lê bi mercekê ku xwediyê avahiyê razî be. Xwedanê avahiyê jî ditirsiya, loma em
neçar man bermaberî avahiya cîhê terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî Monumentê
ava bicîh bikin.”
Nesîrî ku nêzîk 5 sal e bi vî karî re
mijûl e û hevsera wî Arizû gelek alîkariya wî kiriye, diyar dike hemû xerca
danîna Monumentê û kirêya cîhê Monumnetê li stoyê wî û hevsera wî bûye, lê got:
“Vêna xizmeta herî biçûk e ku min bo Dr. Qasimlo kiriye.”
Nesîrî piştî kutabûna rêûresma danîna
Monumentê hestên xwe wiha anî ziman: “Pir keyfxweş im ku ev kar hat cîbicîkirin.
Vêna destkefta herî mezin a jiyana min e. Beşdariya Kurdên her çar parçeyan û
hemû partî û rêxistinên Kurdî em zêde keyfxweş kirin.”
Monumenta Dr. Qasimlo her du baskên
PDKÎ gihandin hev. Bi baweriya Nesîrî, armanceke sereke ya wî ew bû ku rêber û
endamên her du baskên PDKÎ li hev bicivîne û yekîtiyê di navbera wan de pêk bîne
û bi hesteke pir xweş axaftian xwe qedand: “Dîmena herî balkêş a rêûresma danîna
Monumenta bo hemû beşdaran ew bû ku rêberên her du baskên PDKÎ li kêleha
Monumentê destê xwe dan hev û hevûdû himbêz kirin û ligel pêşwaziyeke germ û
berfireh a beşdaran rûbirû bû.”
|