(Gelek azadiyê bixwaze dive nirxa wê
azadiyê jî bide).
Dr. Qasimlo
13ê jûena îsal 21 sal bi ser teror û
şehîdkirina rêberê aştîxwaz yê gelê me Dr. Ebdulrahman Qasimlo, naskirî bi
peyxemberê aştiyê, derbaz bû, em piştî 21 sal ji dest dana wî rêberê mezin û
namana pêyxemberê aştiyê bi awayek fîzîkî di nav xwe de, hêşta gotin û kiryarên
wî bi remza serketina neteweya xwe dizanin û siyasetên wî bi çirayê rêya
tekoşîna xwe dizanin.
Her çend ji destdana Qasimlo
derbeyek mezin bi tevgera aştîxwazane a gelê me da, lê siyasetên rast û dirost
yên Qasimlo bû çavkaniya xebatek mezin û serhildanek nû, pêşmergeyek rêber ku bi
rastî rêberek bû bo her serdemekê û piştî 21 salan bi ser şehîdbûna Qasimlo,
hêşta gencên gelê me û gelên din yên cîhanê, gotinên wî dikin çirayê rêya xebata
xwe.
21 sal bi ser terorkirina ew mirove
evîndar û bawermende, bîrmend û mêrxasê hevçerx yê Kurdistan û cîhanê (Dr.
Qasimlo) derbaz dibe û heya niha jî naskirina aliyên cuda cuda yên raman, jiyan
û xebata nêzîkî nîv sede tekoşîna bê rawestan, maye. Qasimlo, rêber, xwendingeh
û xweşteviyê netenê neteweya xwe belkî zaf kesayetiyên diyar yên siyasî û
mirovdost li asta deverê û cîhanê bûye û heye, bi ramanek din bo zaf kesan
Qasimlo ramana kurd û pênaseya kurdistanê ye û îro rêz û naskirina xwe li
hemberî pirsa kurdan bo peywendiya rohî ya xwe di gel Qasimlo girêdayî bi
piraktîkên mirovî yên wî ve vedigerînin. Lê zêdebarî wana jî Qasimlo jî wekî
netewe û niştimana xwe, ev curê ku layiqê naskirinê ye nehatiye naskirin.
Qasimlo wekî bihêztirîn rewşenbîrê
dîroka hevçerx ya kurd, pitirî hemûyan giringî bi cîgirkirina kultura demokrasî
û vejandina behayên mirovî di nav dîktatoriyetê de û nû bûna endîşe û wergirtina
modêrnîte dida, bi merema darêştin û çespandina demokrasî, nasiyonalîzma
rasyonalîzm û sosyalîsma demokratîk xebat dikir û bi mifah wergirtin ji
rewşenbîriya modern yên çep, teorîk û piraktîk bi awayekî hevdem nîşan dida û
kultura beşdarîkirin li cihê adeta li pey ketinê didana. Levra Dr. Qasimlo tevî
haydarbûna berbilav di gel naskirina ferhengên cîhanî, rolak serekî li pênav
vejandina kultura neteweya kurd li rojhilatê de lîst. Tenê rêberek bû ku ji bilî
dirostkirina feza û pira peywendiya diyalog û hevkariyê di navbera rewşenbîrên
neteweya serdest û bindest, hevdem jî şiyana diyalog di gel neteweya xwe şiyana
bandor li her du asta deselat û civakê hebû, giringiyek taybet bi biyava giştî û
nîşandana gohertinan li ser bingeha jêrxan û xesarnasiya adet û bingehên fikrî
yên tak û civakê li pêvajoya dirostbûna civakek sivîl, sekolar û mirovdost de
dida. Levra bi nêrîna Dr. Qasimlo, armanc tu car nedikarî alavan bide nas kirin,
belkî ew alavin ku rewatiyê bi rêçareyên dirost û armancên dirost desteber dike.
Qasimlo ji bilî ku qelemekî rewan û
dorost, hizrek tîj û ronahî, ziman û derbirîken xurt, siyasetvanek bê mînak û
bijarde bû, ku bi kêmahî di rojhilata Navîn de manayek cuda bi peyva siyaset û
siyasetkirin û siyasetmedar bexşî. Qasimlo siyaset li emrazê deselatkirin bi ser
xelkê û xweşik kirina rola xirab û tepeserkirin û nadadperwerî, kire hunera
daxwaz kirina pêdiviyan û berfirehkirina serweriyê û tîşk xistina ser behane
anînan û dirêjedana livînên nademokratîk û dijayetîkirina yasayên dijber di gel
kirameta mirov, levra em dibînin ku siyaset di hizr û kiryarên Dr. qasimlo de,
pêkanîna hişyarî û têgihîştina mirov li maf û azadiyên siroştî û mirovî yên xwe
ye, siyaset hunereke ku hevdem berhevhêner, parvekirina hişyariyê li civakê û
teknîka mifah wergirtin ji alavan û hunera çaksaziya civakê ye. Ji aliyek din bi
piraktîk axlaq di siyasetê de cih kiriye û hewla cîbecîkirina wê daye, zêdebarê
şiyana bê mînak di zaniest û ezmûna siyasî de, siyaset ne ji bo gihîştin bi
desolatê bi her nirxekê, belkî bo pêkeve sazan û pêkeve rabihorandin nirx danîn
bo beha û pirensîpên mirovî û aştiyê terxan dikir. Ew peyve li cem Mehatmala
Gandî, rêyeke ku tenê kesanek dikarin pêşiya wê bigrin ku xwe li tirsa saman,
şanaziyên direwîn, xizmayetî, deselat û mirinê rizgar kiribe. Ew jî bê goman bo
kesayetiya demokratîk ya kak Doktor Qasimlo vedigere, ku ji sepandina deselatê
bi ser derdor û kesên din de û herwisa li çavlêkirina ne zanistî ya rêberên
pêşrew bêzar bû.
Dr. Qasimlo ji bilî pêşdebirina vê
siyaseta rast û dirust ku girtibû beriya xwe û cihgirkirina wan di nava tevgera
Kurd de, di hundirê vê tevgerê de jî hewl û xebateke bêrawestan bo guhartinan
dida, ji ber ku vê tevgerê di hindek waran de hewcehî bi reforman hebû. Her wiha
ji bo derketina rûçikê delal û xweşik ji vê tevgerê re li rex raya giştî ya
derveyî welat, pêwîst bû tevgerê ji hinek kar û kiryarên ne mirovane û biyom dûr
be û paqij biparêze. Ji ber ku dizanî cîhan ji tevgerekê re ku têkel bi karê ne
mirovane bibe, piştgîriya siyasî nake. Xebat dijî terorîzmê, dijî nasyonalîzma
berçavteng, xebat ji bo cihgirkirina demokrasî û bihayên nûjen û modern di nava
tevgera Kurd de, xebat dijî her cure cudahîdananeke zayendî, ragezî, olî û
netewî, dijî her cure takekes perestiyekê û hwd... ji wan nirxan bûn ku Dr.
Qasimlo bêrawestiyan hewl dida ku bîne nava tevgera Kurd.
Ev cure bîr kirine demokratbûn û
nûjenbûna wî rêberê mezin nîşan dide ku bi anîna wan rêbazên rast û biqeîde û
azîn, bo nava tevgera Kurd, bû sebebê vê çendê ku tevgera Kurd bikeve ser
rêbazeke nûjen. Lewra divêt em bîr û rêbaza Dr. Qasimlo û rêniwîniyên wî rêberê
mezin ku bang û gaziya wî pêkanîna civakekê pêka biha û nirxên mirovî dikir, bi
kiryar di nava civakê de xurt bikin, pêşde bibin û her wiha wan cihgir bikin. Di
dawiyê de ez gotara xwe bi gotinek wî rêberê mezin bi dawî tînim.
“Azadî kerametê dide mirov û rê nade
însan bibe mohre.” Dr. Qasimlo
Şakir Molayî
|