Serokê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê Mihemedsidîq Kebûdvend li jora 350
ya Girtîgeha Êvîn a Tehranê bêhiş ket û rakirina nexweşxana girtîgehê. Malbata
Kebûdvend nigeranê tendurustiya wî ne û daxwaz alîkariyê dike.
Di
daxwiyaniyeke çapemeniyê de ku îro 15ê Tîrmehê serê sibehê ku ji aliyê
Sekreteriyeta Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê (RMMK) hat weşandin û kopiyek
ji CAPKê re hatiye şandin, agahiyên nû derbarê tendurustiya xerab ya Serokê
RMMKê yê girtî Mihemedsidîq Kebûdvend hatine eşkerekirin. Daxwiyaniya TMMKê
radigehîne: “Malbata Kebûdvend bi riya peywendiya telefonê ligel yek ji girtiyên
ku di girtîgehê de ligel navbirî ye, hatine haydarkirin ku Kebûdvend bêhişî bûye
û rakirine nexweşxana girtîgehê.”
Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê di rapora xwe ya îro de da zanîn, li 4
salên borî Mihemedsidîq Kebûdvend dû car rastî kirîza dil hatiye, loma
tenduristiya wî pir xerab e. Herwiha barpirsyarên Girtîgeha Êvîn a Tehranê rê
nadin Kebûdvend li derveyî girtîgehê bê dermankirin.
Di
dawiya daxwiyaniyê de, RMMK nigeraniya malbata Mihemedsidîq Kebûdvend derbarê
rewşa tenduristiya wî di girtîgehê de radigehîne û daxwaz ji hemû sazî û
komeleyên parêzerên mafê mirovan li hundir û derveyî cîhanê dike zêdetir bala
xwe bidin tendurustiya Kebûdvend û daxwaza alîkariyê ji wan dike.
|