Di
nav dehan diyardeyên civakî yên Rojhilatê Kurdistanê de ku di 30 salên borî yên
desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê de zêde dikeve berçav, xwekuştina jinan û
ji wê nexweştir awayê xweşewitandinê e.
Herçiqas serjimêriyên
fermî yên Komara Îslamî di çi warî de ji aliyê pispor û şarezayên serbixwe û
zanistî nayên piştrastkirin, lê statîstîkên heyî derdixin holê ku
di
asta Îranê de salê 3 hezar kes xwe dikujin û ji sedî 37ê xweşewitandina jinan li
Îlam û Kirmaşan çêdibe û Sine û Urmiye jî di nav wan parêzgehan de cîh digrin ku
herî zêde jin xwe dişewitînin.
Lê
xwekuştina jinan di 'rapora netewî ya tundûtûjî li dijî jinan' ku ji aliyê
buroya Serokkomariyê hatiye weşandin, dide zanîn serjimêriya xwekuştina jinan li
parêzgehên Kehkîloye û Buyer Ehmed, Îlam, Kirmaşan, Kurdistan (Sine) gellek ji
rêjeya seranserî a Îranê zêdetir e. Rapora han destnîşan dike, li Kirmaşan û
Îlamê jin rêya xweşewitandinê wek şêwazê xwekujiyê hildibijêrin ku herî
metirsîdar û bixof e. Yek ji saziyên dewletê yên Parêzgeha Îlamê jî eşkere dike,
di navbera salên 1382 (2003) heta sala 1386 (2007)an, herî kêm 2000 kesan xwe
kuştine ku bi vî awayî ye: "Sala 1382an 485 kes, sala 1383an 337 kes, sala 1384
320 kes, sala 1385an 417 kes û sala 1386an 387 kes." Temenê kesên xwe dikujin di
navbera 15 - 35 saliyê ye. Çavkaniyên ne fermî jî diyar dikin, di salê de nêzîk
400 kes tenê li Îlamê xwe dikujin ku herî kêm bûyer tên ragihandin, ji ber ku
berpirsyar serjimêriyan diveşêrin.
Ew
karnama lawaz ya Komara Îslamî bûye sedem ku li gor daxuyaniyên Saziya
Tendurustiya Cîhanî, Îran sêyemîn welatê cîhanê ye ku serjimêriya xwekuştina
jinan zêde tê kirin. Welatên yekem û duyem jî Çîn û Hindistan in ku rêjeya
xwekuştina jinan di wan de herî zêde ye. Saziya Tendurustiya Cîhanî diyar dike
di salê de yek milyon mirov xwe dikujin û aliyê kêm di her 40 çirkeyan de kesek
li cîhanê xwe dikuje. Lê ligel wêya ku rêjeya xwekujî û bi taybet xweşewitandina
jinan li Îranê ewqas zêde ye, lê rayedar ne amade ne pirsgirêkê bipejirînin û bi
tu awayekê naxwazin agahiyên dursit û berfireh di vî warî de bên weşandin. Bo
nimûne du bijîşkên Kirmaşanê bi navên Areş û Kamyar Elayî ku çend sal berî niha
dixwastin derbarê nexweşiya AIDSê lêkolînan bikin, çend sal e ji aliyê Komara
Îslamî hatine girtin û wek tawanbarên mezin bi wan re tevdigerin û niha jî di
girtîgehê de ne. Bi baweriya pisporên civakî û civaknasan, xweşewitandin corek
nerazîbûna nehênî ye beramberî pirsgirêk yan rewşa heyî û ji hemûya rêyên din
yên xwekuştinê zêde bixeter û bixoftir e. Ligel vê çendê ku xweşewitandina jinan
li her çar parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê herdem mijara rojev a civak, medya û
semînar û civînanên cur bi cur bûye, lê pêwîstiya herî giring bo jiholêrakirina
vê diyardeyê ku çareserî ye, nehatiye praktîzekirin û bi kiryar tu gavek erênî
nehatiye avêtin. Zêdebûna serjimêriya xwekuştin û bi taybet xweşewitandinê jî vê
rastiyê diselimîne.
Berî her tiştî sîstemên hikûmetî berpirsyarê çareserkirina hemû pirsgirêkên
hundirê civakê ne û divê bo çareseriya kûr û bingehîn, kirîz û pirsgirêk bi
awayekî hûr û berfireh bên nirxandin û mekanîzmên pratîkî jî bên destnîşankirin.
Herwiha gerek ji bo kontrlokirina pirsgirêkan jî bi cidî xebat bê kirin. Lê ji
bo çareserkirina diyardeyek wek xweşewitandina jinan beriya hemû tiştekê
naskirina sedem û sebebên van pirsgirêkan hewce ye, eger ev du fakter bi
berfirehî neyên nirxandin, derbasbûn ji wan dibe encama piştguhavêtin û bê
çareserî hêlana wê fenomena civakî. Loma di çendîn salên borî de, ligel zêdebûna
xweşewitandina jinan li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, xuya dibe ku
pirsgirêkek wiha metirsîdar ku jiyana civakî bi gefên micid re rûbirû kiriye, bê
çareserî maye. Bandorên neyênî yên çaresernekirina xweşewitandina jinan gihaye
astekê ku niha hêdî hêdî bûye mode û rêbazek bo gelek jinên xwedî pirsgirêk. Ji
bo çareserkirina vê diyardeyê û yên din jî, divê destpêk lêkolîn û nirxandineke
zanistî û berfireh û dûrî hemû awayên sansorê bê kirin û dûre sedem û sebebên
wêya ku mirov rûbirûyê xemgînî, bêhêvîbûnê dibe û hest dike gihîştiye niqta dawî
ya jiyana xwe, bê destpêkirin. Piştre divê li pey bersivên wan lêgerîn were
kirin ku ji ber çi li Îlam û parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê xwekuştin û
bi taybet xweşewitandin ewqas zêde ye. Çima herî zêde jin dibin armanca wê
diyardeyê?
Herçiqas çalakvanên mafê jinan li Kurdistanê sedemên xwekuştin û xweşewitandina
jinan 'pirsgirêkên malbatî, baweriyên olî û kevneşopan, civaka mêrserdest,
zewaca zû û bi zorê, hejarî û pirsgirêkên aborî' wek sedemên sereke yên wê
diyardeya mezin dihesibînin, lê pispor û karnas qanûnên ne wekhev wek çavkaniya
tundûtûjî li dij jinan û binpêkirina mafê wan wek sedema sereke dizanin, lê rêya
herî baş bo çareseriyê guherîna qanûnên Komara Îslamî ya Îranê û piştgirî ji
mafê jinan, destnîşan dikin.
Çavkanî:
Duheftînameya Agirî
hejmar
138
Azad Kurdî |