deep discount dvd moviesdownloading movies
Malper · Babet û Lêkolîn · Cîran · Çalakî û piroje 04.09.2010
Pêrsta serekî
Malper
Nasname
Babet û Lêkolîn
Cîran
Çalakî û piroje
Pêwendî
Indameti
Galêriya wêneyan
Search
CAPK
Capkd
Teymur Muradî
Teymur Muradi
Mêhran Ibrahimi
MehranIbrahimi
Şakir Molayî
Şakir Molayi
Nûredîn Sofîzade
Mecîd Cinîkanlo
Basek kurd li ser dîroka Tirkiyeya havçerx
Şakir Molayî

 Piştî serketina tevgera serbixwe xwazên neteweyî bi ser hevpeyman û alîgirên wê de, anku nêzîk bi sedsalekê berî niha Komara Tirkiyeyê li ser bingeha xelafeta Osmannî hate damezirandin. Ji wê demê ve heya niha ew Komare di çendîn qonaxên cuda û pir aloz de derbas bûye û bi çend arîşeyên hundurîn ku heya niha jî çaresernekirî mane, berbirû ye û ne tenê pirsgirêk kêm nebûne, belkî li durêyek pir aloz de jî asê maye ku derman û çareseriya wan hewcehî bi rêberiyeke hejî, demokrat û xwedî bandor heye, lê mixabin heya niha rêberiyek bi van taybetmendiyan derneketiye qadê yan nehiştine derbikewe.
Heyamê navbera avabûna Tirkiyê heya nîviya sedsala Bîstem, qonaxek e ku têde dewletê di bin sîbera kemalîzmê de çarçoveya jiyan û berbi pêşde birinê, di çarçoveya civakekê de, xwe rengrêj kiriye. Taybetmeniyên wê qunaxê, tekoşîn bo dûrketin ji Îslamê, xwe nêzîkkirin bi Rojava û Yekîtiya Ewropa (YE) yê ye. Paşan bi girtine pêş a siyasetek netewî û sekolarîstî bi riya hikûmetek tekpartîtî û tund û tûj desthilata xwe bi ser hemû civaka pirçandî, pir zimanî û pir netewî ya Tirkiyê de sepand, û dirûşma yek ziman, yek gel, yek ala û yek ax bû stratejiya dewletê. Helbet bêy wê ku derfetê bi tu partiyek din bide ku xwe derxîne nava siyasetê û xebatê bi armancên cuda bimeşîne, bona wê ku tu car nekare desthilatê ji partiya Komara Gel (CHP) bistîne ku di tev dewreyan de take partiya desthilatdar bûye. Ji ber ku kemalîzmê her hizreke cuda ji xwe bi hêceta dijberî bi yekîtiya netewî, mesebî, çînayetî qedexe kiribûn. Wan ji bilî girtina bera siyasetek şoven û faşîstî, asmîlasiyonek berfireh û xurt li hemberî netewe, ziman û kulturên cuda ji tirk (bi taybet kurd) meşandin û her liv, bizav û xebatek di çarçoveya mafên netewî de bi tundî tepeser dikirin û heya niha jî li ser vê rêbaza xwe de berdewam in. Bi vê çendê jî mezintirîn beşa Kurdistanê li bakûr bo çendîn deh salan di bin sîbera hikûmetên mîlîtarîstî yên li pey hev di nav xwîn, rondik û kavilkariyan de xemilandine. Desthilata Tirkiyê bi hemû şêwazên tund û tûj, dest avête operasiyona helandin û tepeser kirina netewên ne tirk bi taybet kurdan. Wan tim didan zanîn ku xincî tirkan, yên din tenê mafek hene. Ew jî bindestî ye, lewma nivîserek wekî Mihemed Uzon dibêje, “Bingeha dewleta neteweyî ya Tirk li ser dijberîkirina kurdan hatiye damezirandin”.

Qunaxa duyemîn a Tirkiyeya hevçerx, serdemê şerê sar e ku piştî şerê cîhanî yê duyê destpê dike û heya şerê kendawê li destpêka salên 90’an berdewam dibe. Tirkiye her piştî şerê cîhanî yê duyê xwe da aliyê hevpeymanan û bi destpêkirina şerê sar jî her ku dihat, zêdetir xwe bi Ewropaya rojava û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nêzîk dikir. Ew jî bû sedem ku li asta hundirîn de bi rûyekî dawî bi desthilatdarî û qorixgeriya rejîma Ataturk bê û destpêkek rûyekî ya nû a jiyana pir partîtî, lê di çarçoveya sîstema kemalîzmê de derkewe rojevê ku bi desthilatdariya Partiya Demokrat dest pêkir.
Destpêkirina qunaxa pir partîbûnê derfetek bo artêşê pêkanî ku bi navê parastina sîstemê, dabînkirina aramiyê, parastina tenahiya netewî û yakparçeyiya axa welat, derbeyan li hikûmetê bixe. Wê qunaxê 3 kûdetayên serketî (di salên 1960, 1971 û 1980'î de), 3 kûdetayên sernegirtî û çend hewlên kûdetayî ên din girte xwe. Lê wan kûdetayan ne tenê nekarîn aramiyê bo welat misoger û çavkaniya pirsgirêkan destnîşan bikin, belkî di bin sîbera rewşa nebaş ya herêm, cîhan, şerê sar û pirsgirêkên siyasî, netewî û çînayetî yên hundirê Tirkiyê de heya ku diçû, asayîşa siyasî û rewşenbîrî ya welat ber bi pêşerojek nediyar dibir. Bi awayek din serdestiya teror û mafyayên dewletî, operasiyon û serkutên artêş û dezgehên ewlehiyê bo ser bizav û çalakên siyasî û rewşenbîran berfirehtir dibû. Çend salan piştî kûdetaya sala 1980’an, anku li sala 1984’an de Partiya Karkerên Kurdistanê xebata çekdarî ya xwe li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê ragihand. Wê xebatê çiqas derfet bo vejandina hest û seha netewî a kurdan pêkanî, ewqas jî hêzên şoven, hikûmet, artêş û saziyên aborî û kulturî yên Tirkiyê har û tund û tûjtir kir. Bi awayekê ku Tirkiye rastî şerekî bixwîn kir û heya niha tu yek ji siyasetvanên tirk ger ku hest bi pilîta agir jî kirbe, hinde wêrek nebûye ku xwe bavêje nav vî agirî. Tenê di destpêka salên 90’î de bû ku yekem Serokkomarê Tirkiyê hewl da li ser vê mijarê xwe biceribîne ku ew jî Turkut Ozal bû û ji ber çend şaşiyan û mirina bi guman a wî, ew hewl jî bidawî hat.
Qunaxa sêyemîn bi bidawîhatina şerê sar û bi destpêkirina globalîzmê destpê dike û heya niha jî berdewam e. Aşkera ye Tirkiye li qunaxek lawaz a siyasî, aborî û civakî de tevlî vê dewranê bû, ew jî bi lawaziya hikûmetê, gendeliya siyasî, bêhêziya aborî, maratona li pey endambûn di Yekîtiya Ewropayê, berdewamiya siyaseta înkarê, tund û tûj bûna şerê Kurdistanê, jordeçûna hejmara goriyên terora dewletê û mafyayên dewletî “Ergenekon”ê û herwiha revandin hepsîkirina Serokê PKK, Ebdula Ocalan destpê kir.
Di 10 salên duyem yên vê qonaxê de ku hevdem e li gel şerê li dijî terorê bi rêberiya Amerîkayê di cîhanê de, di hundirê Tirkiyê de jî bandor kir û pêvajoya siyasî kete destê îslamiyên nermrew ku sekolarîzma dewletê û li gel parastina hevalbendiya bi rojava re, nizîkatiya bi welatên Îslamî bi taybet yên deverê kiriye bi beşek ji statejiya xwe. Ew jî xwe di Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP'ê) de dibîne. Desthilatek ku hinekê bi yên berê di gotara xwe ya siyasî û aborî de biferq e û di encama lîberalîzekirina aboriya Tirkiyê heya qasekê rewşa tex û qatên cuda yên civakê baştir kir.

Languages

sorani.jpg

farsi.jpg english.jpg

Azad Kurdî
azadkurdi.jpg
Enwer Kohensal
Enwer kohensal
Jêhat Qasimî
Jehat Qasimi
Kawe Deștebêlî
Kawe Deshtebeli
Mecîd Heqî
Mecid Heqi
Nesredin Siliwaneyî
Nesredin Silwaneyi
Silêman Keleși
Sileman Kelesi