Weşana
Mehnama Kurdî û Farsî ya Sirwe piştî 25 sal û belavbûna 281 jimaran hat
ragirtin.
Rêveberê Giştî
yê Kovara Sirwe Bêhruz Caferî, di hevpeyvînekê de ligel Ajansa MEHR a Nûçeyan,
sekinandian weşana Kovara Sirwe piştrast kir û sedema wê jî pirsgirêka darayî da
zanîn.
Bêhruz Caferî
eşkere kir, Sirwe di salên borî de bi ked û zehmeta hinek evîndarên wêje û çanda
Kurdî dihat rêvebirin û xerca çapkirina kovarê jî li stoyê wan bi xwe bû.
Hêjayî gotinê
ye, Kovara Sirwe 25 sal e bi Kurdî û Farsî li Rojhilatê Kurdistanê weşanê dike û
bi siya Sirwe’yê hezaran kes fêrî xwendin û nivîsîna Kurdî bûne.
|