| Di çend rojên borî de
keçeke ciwan a Kurd li bajarê Pîranşarê bi navê Şîwa Ş xwe kuşt.
Ajansa Nûçeyan a Mukrian,
di nûçeyekê de belav kir, Şîwa Ş a 16 salî ku di maleke kirê de bûn, di çend
rojên borî de li bajarê Pîranşarê xwe kuşt û dawî li jiyana xwe anî.
Li gor agahiyên Ajansa
Mukiran, Şîwayê ji ber pirsgirêkên aborî û hejariyê ligel dayîka xwe kar dikir.
Di nivîsarekê de ku Şîwa Ş piştî xwekuştina wê hatiye dîtin, ew keça ciwan
sedema bidawî anîna jiyana xwe nerazîbûn ji rewşa jiyana xwe diyar kiriye û dide
zanîn, nexwestî ye jiyanê berdewam bike.
|