deep discount dvd moviesdownloading movies
Malper · Babet û Lêkolîn · Cîran · Çalakî û piroje 27.01.2012
Pêrsta serekî
Malper
Nasname
Babet û Lêkolîn
Cîran
Çalakî û piroje
Pêwendî
Indameti
Galêriya wêneyan
Search
CAPK
Capkd

Rekxrawi newnetewei mafi mrov
Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê CAPK
Ambargoyên navneteweyî li dijî Îranê zextên mezin bo jiyana hevwelatiyên sivîl pêk tîne
Azad Kurdî
Ambargoyên navneteweyî li dijî hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê di vê mehê de gihiştin asta herî cidî û zêde di heyamê çend salên borî de. Vê carê ji xeynî Amerîka û hevalbendên wî yên din, Yekîtiya Ewrûpa jî tevlî komdengiya cîhanî li dijî dorpêşkirina hikûmeta Îranê rabû û biryarên cidî wergirtin.
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF): “Rewşa azadiya gotin û raderbirînê di Îranê de gelek xerab e”
CAPK- RSF: Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF), rapora xwe ya taybet bi sala 2011’an bi awayekî berfireh derbarê rewşa azadiya weşan û raderbirînê belav kir. Di vê raporê de, Îran di rêza herî jêr a welatên cîhanê di warê dijberîkirina ligel azadiya weşan û derbirîna ra û nerînan de bi awayekî serbest cîh girtiye.
Şanda CAPKê li Swêdê di rêûresma 66’mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê beşdarî kir
CAPK – Stokholm: Roja şemî 21.01.2012’an, şandeke bilind a Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê – CAPK, di rêûresma 66’mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li bajarê Stokholm ê Swêdê beşdarî kir.
Peyama Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê(CAPK) bi boneya 66 saliya damezrandina Komara Kurdistanê.
Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê, 66'mîn salvegera avabûna Komara demokratîk a Kurdistanê bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed ji neteweya Kurd pîroz dike û xwe wek rêvîngê rêbaza neteweyî û demokratîk a Komara Kurdistanê dizane.
Peyama CAPK'ê di cejna 66'mîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê li Danîmarkê hat pêşkêşkirin.
Gefa ji kar avêtinê ji nivîskarekî Kurd ê Makûyê tê kirin
CAPK: Bi sedema çalakiyêln çandî û baskirin li ser pirsa neteweyan, hikûmeta ewlekariya Îranê gefa ji kar avîtinê li nivîskarekî Kurd ê bajarê Makûyê kiriye.
Gef û tehdîd herdem li ser nivîskar, rewşenbîr û çalakvanên sivîl û çandî yên Kurd li Îranê heye û ligel zext û tehdîdên mezin rûbirû dibin.
Li Urmiye 60 hevwelatiyên sivîl ên Kurd hatin binçavkirin
CAPK: Roja sêşem 3’ê Çileya 2012’an, hêzên ewlekariya hikûmeta Îranê zêdeyî 60 hevwelatiyên Kurd ku li pêşberî Konsolxaneya Tirkiyê li bajarê Urmiyê civînek nerazîbûnê organîze kiribbûn, binçav kirine.
60 hevwelatiyên girtî yên Urmiyê, ji bo girtîxaneyên leşkerî hatine veguhastin û agahiyek derbarê çarenûsa wan nayê zanîn. Çalakiya wan hevwelatiyan sivîl û aştîxwazane bûye û ti tundûtûjiyek ji aliyê hevwelatiyan nehatiye meşandin, lê hatine binçavkirin.
Sêyemîn salvegera avabûna CAPKê û lêgerên xebatê
Pirsa sereke ku vir derdikeve holê eva ye ku çima CAPK wek saziyek sivîl û civakî hat avakirin? Di rastî de gelek sedem hene ji bo vê yekê, lê ya herî berbiçav ku damezrînerên CAPKê giring zanîn,.....
Ji ber nebûna azadiyên demokratîk di Rojhilatê Kurdistanê de, mixabin CAPK neçar bû li derveyî Kurdistanê bê avakirin, ji ber ku rê û derfeta avakirina sazî û rêxistinên sivîl ên serbixwe û azad di bin siya desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê de gelek dijwar e. Giringiya rolê sazî û
Şeva Yelda,yan 22 ê Disember û CAPK
Sileman KelesiRêberkî mezin û jêhatî wek Dr. Qasimlu jî li wê şevê da li dayik bûye ku tewavê jiyan xwe bo rizgariya Kurd û Kurdistanê daniye....
Ji ber wan bîr û hizrên pêşketî, her wisa kar û xebata wîya bêhevta, hevalên damezrênerên Civaka Aştî û pêşveçûna Kurdistanê CAPK ê biryar dan ku bo rêz girtin li kar û xebata û her wisa bîr û hizrên billind a wî rast li 22ê disembera 2008 an CAPK ê bi fermî ava bikin.
3hemîn salvegera damezırandına CAPKê pîroz be.
MehranIbrahimiSedsalên 21an û rewşa cıhanê û Kurdan pedıvî bun bı cıvatên peşkevtî pıtêr jı her demê têne pêş. Pêk anîna cıvatke mîna CAPK ê bı hızra mın her çıqasî dıreng bû, lê her eva ku komkê karî jı vê yekê re bı ser kevın lı cıhê xwe de gelık gırîng bû.
Sêhemîn Salvegera Damezrana Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê CAPK
CAPK
22ê Disembra 2011ê, hevber e li gel sêhem salvegera damezrana Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê CAPK, ku wek pêngavek pêdivî ya xebata îroyîn di arasteya bi dest anîn û parastina maf û azadiya gelê Kurd li Kurdistana rojhilat, sala 2008ê hat demezrandin. Sê salan berî niha, CAPK li ser wê bawirê ava bû ku geşekirina civakî û bihevre jiyankirina aştiyane du sitûnên bingehîn in bo hindê gelê Kurd li wê perça Kurdistanê bige mafên xwe yên rewa û bikare wan biparêze. .......
Roja Cîhanî a mafên mırov Pîroz be
CAPKCıvaka Aştî û pêşveçuna Kurdıstanê roja cıhanıa Mırov lı hemu evındarên mafê mırov û hemu qorbanıyên pêpes kırna mafê mırov pıroz dıke û jı karbıdestên komara îslamıya Iranv dıxwaze ku bı lez hemu gırtıyên cıvakî serbest berde û mafê mırov bıparêze.
Rûpel 1 of 32 1 2 3 4 > >>
Languages

sorani.jpg

farsi.jpg english.jpg

Facebook
Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye
sayti urmiye.eu
YouTube de Sayta CAPKe